Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Hikûmeta Iraqê êdî dê nefta Herêma Kurdistanê kontrol bike

Wezîrê Neftê yê Iraqê diyar kir ku wan bi şandeya Herêma Kurdistanê re hevdîtin kirine û biryar dane ku kompanyayeke nû li Hewlêrê bê avakirin û nefta Herêma Kurdistanê ji hêla hikûmeta navendî ve bê kontrolkirin

Wezîrê Neftê yê Iraqê Ihsan Ebdulcebar derbarê dosyeya neftê ya Herêma Federal a Kurdistanê de bi şandeyeke Başûr re civînek li dar xist. Têkildarî mijarê Ebdulcebar anî ziman ku wan ji şandeya Herêma Kurdistanê re gotiye ku pêwîste peymanên neftê yên li Herêma Kurdistanê hatine kirin li ber çavan re bên derbaskirin.

Di berdewamê de Ebdulcebar derheqê naveroka civînê de ev agahî parve kirin: “Me di civînê de got ku kompanyayeke neftê ya nû li Hewlêrê bê avakirin û ev kompanya tevahiya belgeyên nefta herêmê kontrol bike. Divê hemû aliyên ku Wezareta Çavkaniyên Xwezayî yên Herêma Kurdistanê li gel wan peyman çêkirine, rasterast bi kompanyaya ku dê li Hewlêrê were avakirin re bikevin nava danûstandinan. Ev kompanya dê ji hêla Hikûmeta Federal a Iraqê ve bê birêvebirin. Ji bo vê kompanyayê dê li banqeyeke cîhanê hesabek bê vekirin û tevahiya dahata firotin û henardekirina nefta xav a herêmê bixin ser vê hesabê. Dê Wezareta Darayî ya Iraqê vê hesabê kontrol bike.”

Her wiha Ebdulcebar da zanîn ku dê hevdîtinên wan derheqê mijara behsê xeberê yên bi Herêma Federal a Kurdistanê re berdewam bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar