Çeteyên şefên faşîst Erdogan-Bahçelî di 26’ê mijdarê de êrîş bir ser Helebê ya ku di bin rêveberiya hikûmeta Şamê de ye. Piştî êrîşên çeteyên Tirk, hikûmeta Şamê lêşkerên xwe ji Helebê vêkişandin û Heleb teslîmî çeteyên HTŞ-DAIŞ’ê yên dewleta Tirk a dagirker kirin. Piştî Heleb hat dagirkirin li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku welatiyên Kurd li wan taxan dijîn dest bi xwe parastinê kirin. Berxwdana welatiyên taxê tevî dorpêçan jî berdewam dike. Piştî êtîşên çeteyan Yekineyên Parastina Gel (YPG) û Yekiniyên Parastina Jinan (YPJ) ji bo welatiyan ji êrîşên komên çekdar biparêzin korîdorek vêkirin û welatiyên Şehbayê derbasî Tebqa û Reqayê kirin.
Rojnameger Ciwana Cûma têkildarî rewşa herêmê ji Ajansa Welat re axivî. Rojnameger Ciwana Cûma bi diyar kir ku êrîşên komên çekdar belavî qadeke berfireh bûye û ev tişt gotin: “Şerê ku li Helebê ji aliyê çeteyên çekdar ve hat destpêkirin belavî qadeke fireh bû. Hikûmeta Sûriyeyê, Helebê firot van çeteyan. Piştî ku çete piştî Heleb dagir kirin êrîşên xwe jî berfireh kirin. Tu helwest û bersiv ji aliyê hikûmeta Şamê ve nehat dayin. Gelên Suriyeyê bi qirkirinekê re rû bi rû hat hiştin. Pişt re komên çeteyên giredayî Tirkiyeyê êrîşî welatiyên Efrînê ku li Şehbayê diman kirin. Gelek welatî ji aliyên van çeteyan ve hatin revandin û li dijî wan sûcên şer pêk hatin. Hezên Rizgariya Efrînê bersiveke tund da çeteyan û gelek jî ji wan çeteyan hatin kuştin. Ji bo komkujiyeke mezin pêk neyê korîdor hatin vêkirin û welatiyên Şehbayê derbasî Tebqa û Reqayê hatin kirin.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Ciwana Cûma, bi lêv kir ku di dema koçberiyê de destdirêjayî li welatiya hatiye kirin, hatine kuştin û êşkencekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em hatin vir û me rewşa koçberan dît gelek çîrokên bi êş hebûn. Di nav wan de dayikên ducanî hebûn. Dema ew dayikên ducanî li ser rêya Heleb û Şehbayê tên ji ber sermayê gelek zarok bi awayekî mirî ji dayik bûne. Gelek kesên ku temenê wan mezin bûn di rê de jiyana xwe ji dest dane. Her wiha gelek welatiyan ji ber heqaret û bêrûmetiya ku çeteyan li wan kiriye dawî li jiyana xwe anîne. Gelek bûyerên bi vî rengî ku sûcên şer in li dijî welatiyan pêk hatiye. Lê mixabin heta niha li dijî van bûyerên sûcên dijmirovahiyê, cîhanê xwe ker û lal kiriye.”
Ciwana Cûma destnîşan kir ku ji bo metirsiyên hê mezin dernekevin divê raya giştî ya cihanê rabê li ser pêyan û axaftina xwe wiha qedand: “Welatiyên ku di navbera Şehba û Til Rifat de mane di xetereyekê re derbas dibin. Berxwedana gelê me yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî berdewam dike. Divê cîhana ku xwe ker û lal kiriye demildest dest bavêjin herême û welatiyan ji bin vê xetereyê derxînin.”