Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Hinceta girtina hevşaredaran: Giliyên ‘şahidên nepen’ û tevlibûna çalakiyan

Hat zanîn ku hevşaredarên Stewr, Şemrex û Dêrikê bi gilîkirina ‘şahidên nepen’ û beşdariya hin çalakiyên ji bo greva birçîbûnê hatine lidarxistin, kirine sedema girtina wan. Balkêş e ‘şahidek nepen’ angaşt kiriye ku Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez bi çek tev li çalakiyek bûye

Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin û Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez di 15’ê mijdarê de hatibûn binçavkirin. Piştî binçavkirinê bi 3 rojan ji wezîfeyê hatin dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin. Hevşaredan piştî 12 rojan birin Dadgeha Mêrdînê û di 26’ê mijdarê de bi angaşta ‘endamên rêxistinê ne’ ji aliyê dadger ve hatin girtin.

Hat zanîn ku hevşaredar bi hincetên li ser gilîkirina ‘şahidên nepen’ û li dar xistina çalakiyên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine girtin

Dadgehê ji bo hevşaredar Gulistan Oncu angaşt kir ku li ser daxwaza rêxistinê ‘banga’ çalakiyan kiriye û ‘fermana’ wan bicih aniye. Dadgehê gotinên Alev Topçuoglu û Taner Tataroglullari esas girtiye. Her wiha endamtiya Gulistan Oncu ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) wek sûc dît. Dadgehê gotinên şahidê nepen ê bi navê ‘1KO3SOV0A8’ kir hinceta girtinê.

Îdiaya hevşaredar Esmez bi çek beşdarî çalakiyê bûye!

Sûcdarî ango hincetên ji bo hevşaredar Gulistan Oncu hat amadekirin heman sûcdarî li Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez jî hatin kirin û kir sedema girtinê. Şahidê nepen ê bi navê ‘1AN4K0AR2A’ angaşt kiriye hevşaredar Esmez alîkarî daye rêxistinê. Şahidê nepen ê bi navê ‘T7AL5AIS’ jî angaşt kiriye ku hevşaredar Esmez di 2015’an dema çalakiyên ‘xendek-barîkatan” de bi çek di çalakiyan de cih girtiye û ji ber vê yekê wê kirine hevşaredar.

Heman hincet û giliyên şahidên nepen kirin sedema girtina Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin jî. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar