Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

‘Hovîtî û dijminahiya li dijî girtiyên li herêmên erdhejê derexlaqî ye’

Hate hînbûn ku girtiyên ji Mereşê sewqî Samsûnê hatin kirin, di rê de ji wesayîta rîngê hatine daxistin û îşkence li wan hatiye kirin.

Li navçeya Bazarcix a Mereşê di 6’ê sibatê de bi pileya 7.7 û 7.6 du erdhêj çêbûn. Di encama erdhêjê de heta niha bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane. Li herêmên ku erdhêj lê çêbûne girtiyan serî hildabû û qawîşên ku tê de diman, dabûn ber agir. Di 7’ê sibatê de piştî ku sewqên girtiyan çêbûn gelek girtî rastî tundî û îşkenceyê hatin. Yek ji van jî girtiyê bi navê Yaşar Savci ye ku di Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê de dima û sewqî Girtîgeha Kavakê ya Samsûnê ya Tîpa S’yê hatiye kirin. Savci, telefonî malbata xwe kir û ragihand ku di dema sewqkirinê de ew tazî kirine û heta ku ji ser hişê xwe ve çûne îşkence li wan hatiye kirin.

‘Wan tazî dikin û bi saetan îşkence dikin’

Dayika Savci Hanîfe Savcî (49) anî ziman ku, bi saetan îşkence li kurê wê hatiye kirin û got “Rojek piştî erdhêjê dema ku sewq wan dikin di rê de îşkenceyê li wan dikin. Wan li cihekî didin sekinandin û ji wesayitê peya dikin. Kincên wan hemûyan derdixin û wan tazî dikin. Li wan dixin û heta ku diwestin îşkence li wan dikin. Wan bi tazî dibin girtîgehê. Piştre ev ji ser hişê xwe diçin. Piştre dibin girtîgehê û li wir jî îşkenceyê li wan dikin.”

Savci da zanîn ku, îşkence hîna jî didome û got ku kurê wê bang li parêzvanên mafên mirovan û parêzeran kir ku bila were girtîgehê û serdanan bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar