Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

HPC’ê şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê bêbandor kir

Hêzên Parastina Civakî li bajarê Serêkaniyê êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî sivîlan vala derxist. Di encama mudaxaleya HPC’ê de 5 çeteyên êrîşkar bi saxî hatin girtin

Dema ku hêzên artêşa tirk li dijî rojavayê Kurdistanê êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin, şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê jî li Rojava ketin nava liv û tevgerê. Çeteyên ku dixwazin ewlehiya bajar têk bibin, tevliyeviyê derxînin û derbasbûna hêzên dagirker hêsan bikin, rastî operasyonên şervanên HSD’ê û hêzên ewlehiya hundirîn tên.

Li gorî agahiyên ji herêmê, şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê hewl da ku li Serêkaniyê êrîşî sivîlan bikin û tevliheviyê derxînin. Li ser vê yekê jî Hêzên Parastina Civakî (HPC) li Çerxerêya Şehîdan a Serêkaniyê dor li şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê girt û hemû çete dîl girtin.

Çeteyên DAIŞ’ê îro di saetên sibehê de jî hewl dan êrîşî sivîlên li gundê Tiwêmiya yê başûrê Serêkaniyê bikin. Hêzên Asayîşê jî bersiva wan dan û di encama wê de 4 çete hatin kuştin. SERÊKANIYÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar