Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 29 Temmuz 2025

HPG: 2 dagirker û mobesseyek hat îmhakirin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li qada Ermûşê ya Xakurkê li dijî artêşa tirk a dagirker çalakiya sabotajê kirin û di çalakiyê de 2 dagirker hatin kuştin û her wiha li Metînayê jî sîstemeke kamera ya mobesse hat îmhakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyanî da û ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

16’ê mijdarê li qada Ermûşê ya Xakurkê hêzên me demekê dagirker şopandin û piştre bi rêbaza sabotajê lê dan. Di encama vê çalakiyê de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin.

Artêşa tirk a dagirker piştî çalakiyê li qadên Şehîd Bêrîtan, Şehîd Ehmed û Girê Qehreman dest bi operasyoneke berfireh kir. Artêşa tirk a dagirker bombardûmaneke giran li herêmê dike. Di navbera artêşa dagirker û hêzên me de şer dewam dike. Agahiyên berfireh dema ku bi dest ketin wê bi raya giştî re bêne parvekirin.

21’ê mijdarê saet di 15:00 de li herêma Metînayê li qada Koordîneyê, sîstemeke kamera ya mobesse ku ji aliyê artêşa tirk a dagirker ve hat bicihkirin ji aliyê hêzên me ve hat tespîtkirin û îmhakirin.

20’ê mijdarê saet di 18:15’an, gundê Gûzê yê Garê û 22’ê mijdarê jî danê nîvro derdora gundê Kanî Sarkê bi balafirên şer hat bombekirin.

22’ê mijdarê saet di navbera 22:00-23:30’î de li qada Mervanosê ya Avaşînê helîkopter geriyan.

22 û 23’ê mijdarê artêşa tirk a dagirker bi qereqolên li ser sînor obus avêt qadên Çemço û Rênçbiraxa yên li herêma Zapê.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar