Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 1 Mayıs 2025

HPG: 2 hevrêyên me şehîd bûn, 9 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji Botanê heta Zap û Metînayê di çalakiyên gerîla de 9 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di heman demê de çeperek jî hate rûxandin. Artêşa tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 7 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 8 caran bi balafirên şer, 6 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obusan bombe kir.”

HPG’ê ragihand ku gerîla Ezda û Mahîr li Cûdî şehîd bûne û li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta tirk a dagirker ev agahî da:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Egîdên Botanê ya Şehîd Şervan û Şehîd Diljîn de;

Hêzên me 7’ê Îlona 2022’an li herêma Cûdî, li derdora gundê Serdehlê bi çekên ferdî û nîv otomatîk li dijî dagirkeran çalakiyeke xurt kirin. Di vê çalakiyê de gelek leşkerên dijmin hatin cezakirin, gelek jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê dijmin, cenazeyên leşkerên hatin cezakirin û leşkerên birîndar bi helîkopterê ji qadê bir.

7’ê îlona 2022’an li quntara Mistê Elî ya herêma Cûdî di navbera dagirkeran û hêzên me de şerekî giran qewimî û bombardûmaneke giran li qadê hate kirin. Di şer û bombardûmanê de hevrêyên me Ezda û Mahîr ên heta kêliya dawî bi lehengî şer kirin, şehîd bûn. Hevrêyên me Ezda û Mahîr ku demeke dirêj li herêma Cûdî man, berxwedaneke destanî nîşan dan, li dijî dijmin bi çalakiyan tola komkujiyên li gelê me û welatê me Kurdistanê têne kirin hilanîn, wê her tim ji têkoşîna me re pêşeng bin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Ezda Meşkan
Nav paşnav: Şehla Tekîn
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Zehra-Mehmet Fehîm
Dem û cihê şehadetê: 7’ê îlona 2022 / Cûdî
Nasnav: Mahîr Başkale
Nav paşnav: Emrah Dûman
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayiki-Bav: Nezîre-Remzî
Dem û cihê şehadetê: 7’ê îlona 2022 / Cûdî
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar