Helwesta hikûmeta AKP’ê

Ji Cotmeha 2024'an û vir ve di rojava Tirkiyeyê û Kurdistanê de hevdîtinên bi Rêber Apo re hene. Ev rojava ku siyaseta herêmê ji...

Ger HSD nûnertiya Kurdan nake, Hewlêr jî nake!

Li Şamê piştî ketina rejîma Baas û hatina HTŞ bi serkêşiya Ebû Mohemed El-Colanî, her kes bi baldarî dişopîne ka rewşa Sûriyeyê ber bi...

Çarşamba - 19 Şubat 2025

HPG: 5 dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê di çalakiyên çarçoveya Pêngavên Bazên Zagors û Cenga Heftanînê de kirin, 5 dagirker ceza kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

“26’ê hezîranê saet 06:00’an li dijî dagirkerên li qereqla Xirabê Alê ya herêma Bagok a Metînayê çalakiyek hate kirin. Dagirkerekî li kuleya qereqolê di nobedê de bû bi sekvaniyê hate hedefkirin û cezakirin.

Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagorosê:

25’ê hezîranê saet di navbera 10:00-11:00’an de li dijî dagikerên xwestin bi teqemeniyan û bombeyên gazê bikevin tûnelên şer ên Girê Sor çalakiyek hat kirin. Dagirkerên derb xwarin, qedemeyek paşve vekişiyan. Heman rojê saet ji 15:30’î heta 17:00’an mudaxeleyî dagirkerên ku xwestin bikevin çeperên şer hatiye kirin.

26’ê hezîranê saet 06:20’î li dijî dagirkerên xwestin bikevin tûnelên şer ên Girê Sor bi rêbaza sabotajê çalakiyek hatiye kirin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin, yek jî birîndar bûye.

Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê:

25’ê hezîranê saet 19:00’an li dijî dagirkerên li Boxza Girê Azad çalakiyek hat kirin. Li vir ewilê; bi taktîka sekvaniyê dagirkerek hat cezakirin. Piştre jî 2 kamerayên mobesayê hatin hedefgirtin û rûxandin. Dagirkeran piştre saet 21:00’an dagirkerê hat cezakirin bi helîkopterê ji qadê rakirine.

Hêzên me yên YJA Starê, 25’ê hezîranê saet di navbera 22:00-23:00’an de li dijî konê ku komek dagirker ên li Boxaza Milîtan kirin hedef û çalakiyek kirin. Li vir dagirkerek hat cezakirin. Di heman demê de çepera çeka A4 lê jî bû kirin hedef û lê dan. Dagirkeran di saet navbera 00:00-01:00’an de dagirkerê ku hatibû cezakirin cenazeyê wî bi helîkopterê ji qadê rakirine.

Bomberdûmana dagirkeran a bi obûs û helîkopteran a li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî didomin. Her wiha tevgera helîkopteran jî dewam e.

Agahiyên têkildarî êrîşan wiha ne:

25’ê hezîran saet 19:00 û 01:00’an ji qereqolên li ser sînor gundên Hirorê û Kêste li gel Girê Şehîd Çiya yên Metînayê bi obusan bombe kirine.

25’ê hezîranê saet 21:00-23:00’an Devera Koordîne, gundên Kêste û Deşîşê helîkopterên êrîşê bombe kirine.

25’ê hezîranê saet 21:00- 02:30’î helîkopter li ser qadên Mervanos, Banista û Tabûra Ereban a Avaşîn firiyane.

25’ê hezîranê saet di navbera 23:00-00:00’an de dagirkerên li girên Cîloyê Biçûk û Girê Şehîd Serxwebûn ên Zapê bi helîkopteran hatine guhertin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar