Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Cuma - 14 Şubat 2025

HPG: 6 dagirker hatin cezakirin, 2 gerîla şehîd bûn

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de 6 leşkerên tirk ên dagirker hatin cezakirin. Li Metînayê di şer de 2 gerîla şehîd bûn

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Di encama çalakiyên hêzên me de 6 dagirker hatin cezakirin. Artêşa tirk a dagirker Qadên berxwedanê 8 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 6 caran bi balafirên şer, 44 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan carî jî bi obus û çekên giran bombe kir.

Li herêma Metînayê di çalakiyeke xurt de, hevrêyên me Piling û Zinar ên bi rengê fedaî şer kirin û di kêliyekê de ku dijmin ne li bendê bû derba giran lê dan, di şer de şehîd bûn.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

30’ê Îlonê li qada Girê Sor a Metînayê, hêza dijmin a ku ji bo lewhiya rêya leşkerî ya dagirkeriyê li qadê bi cih bûbû, hate kontrolkirin. Saet di 16:30’î de bi rêbaza êrîşê li dijî dagirkeran çalakî hate kirin. Bi bombeyên destan û çekên ferdî ji cihekî nêz ve li dagirkeran hate xistin û herî kêm 6 dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên ku dest li tîmên me yên çalakiyê werdin, bûn hedefa tîmên me yên bi tevger ên li qadê û şer qewimî. Di şer û bombardûmanê de hevrêyên me Piling Teyî û Zinar Reş ên bi fedaî şer kirin, şehîd bûn.

Wêrekiya mezin, ruhê fedaî û rêbaza xurt a lêdana li dijmin ên hevrêyên me Piling û Zinar wê ji bo me bibin mînak û em ê di têkoşîna xwe de her tim xwedî li wan derkevin. Em ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên leheng û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Piling Teyî
Nav paşnav: Orhan Pezît
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Nergîz-Kamîl
Dem û cihê şehadetê: 30’ê Îlona 2022 / Metîna
Nasnav: Zinar Reş
Nav paşnav: Adnan Hemo
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Yaşar-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 30’ê Îlona 2022 / Metîna
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar