Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 25 Nisan 2025

HPG: Derb li dagirkerên li Metînayê hat xistin

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de 11'ê gulanê li Metînayê li dijî leşkerên tirk ên dagirker çalakiyek hat lidarxistin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çalakiyên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de hêzên me 11’ê gulanê saet di 09:30’î de li dijî komek ji dagirkerên li ser Girê Şehîd Serhat ê li herêma Metînayê li dar xistin. Di vê çalakiyê de derb li koma dagirker hatiye xistin.

Artêşa tirk a dagirker bi helîkopteran û balafirên şer êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

Agahiyên berfireh ên li ser van êrîş û bombardûmanê wiha ne:

11’ê gulanê saet di 12:30, 13:30 û 20:10 de Girê Zendûra yê herêma Avaşînê bi balafirên şer hat bombekirin.

11’ê gulanê saet di navbera 00:00 û 01:00 de Girê Zendûra û qada Kêste yên li herêma Metînayê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

11’ê gulanê saet di 18:30’î de Geliyê Avaşînê yê li herêma Avaşînê bi balafirên şer 3 caran hat bombekirin.

11’ê gulanê saet di 18:20’î de qada Şikefta Birîndaran a herêma Zapê bi balafirên şer 2 caran hat bombekirin.

12’ê gulanê saet di 01:30’î de qada Werxelê ya herêma Avaşînê 3 caran bi balafirên şer hat bombekirin.

12’ê Gulanê saet di navbera 04:20 û 06:00 de li qadên Qela Bêdewê, Tîpa T û Kinyanîşê yên herêma Zapê helîkopter tevgeriyan. Heman demê li qadên Tîpa T û Kinyanîşê bi helîkopterên êrîşê bombardûman hat kirin.

Ji ber van bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar