Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 29 Temmuz 2025

HPG: Dewleta tirk sûcên şer didomîne

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir dewleta tirk a dagirker bi çekên qedexe êrîşî qadên berxwedanê yên gerîlayan dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha got, “Artêşa tirk a dagirker 2 caran bi bombeyên qedexe yên şîddeta wan zêde, 5 caran bi balafirên şer, bi dehan caran jî bi obus û çekên giran çeperên berxwedanê yên gerîla bombe kiriye.”

Di daxuyaniya nivîskî de ev agahî hatin dayîn:

“1. Êrîşên ku artêşa tirk a dagirker bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kiriye;

– Di 21’ê kanûnê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî gundê Sîda û herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladizê ya navçeya Amediyê du caran bi bombeyên qedexe yên şîddeta wan zêde hatine bombekirin.

  1. Êrîşên ku artêşa tirk a dagirker kiriye;

– Di 21’ê kanûnê de herêmên Kanîsarkê û Deriyê Hirçê yên Garê, bejahiya Gundê Meranê û Gundê Şiyê, Girê Berbizinê ya Xakurkê û Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 6 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.

– Di 21’ê kanûnê de Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Amêdiyê û herêma Çemço ya girêdayî Şêladizê ya Amêdiyê û çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî gundê Sîdayê, bi çekên giran bi dehan caran hatine bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar