Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

HPG: Di bersivdayîna şer de çekek Topê ya 57hat îmhakirin

Tevî biryara KCK’ê ya bêçalakîtiyê jî êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker didomin. Di bersivdayîna êrîşa dijmin de şer qewimî û çekek topê ya 57 a dewleta dagirker hat îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên artêşa tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Li herêma Zapê; 19’ê nîsanê saet di 12:00 de artêşa tirk a dagirker bi çekên giran êrîş bir ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin neçar man bersivê bidin û di encamê de şer qewimî.

20’ê nîsanê saet di 08:30, 10:00 û 10:30’î de artêşa tirk a dagirker bi çekên giran û obusan êrîş bir ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî. Hêzên me ji bo xweparastinê bersiv dan û di encamê de şer qewimî.

20’ê nîsanê saet di 10:00 û 10:30’î de artêşa tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê kir. Hêzên me yên YJA Starê ji bo xwe biparêzin bersiv dan û şer rû da. Di encamê de çekek topê ya 57’an hate îmhakirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî; 20’ê nîsanê li Sîdayê çeperên me yên berxwedanê carekê bi çekên qedexekirî hate bombekirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker; 20’ê nîsanê li Metînayê qadên berxwedanê yên Girê Çarçêl, Golka û Girê Amediyê 3 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

19 û 20’ê nîsanê li Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Cûdî, Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 68 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar