Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

HPG: Di meha gulanê de 43 dagirker hatin cezakirin, SÎHA’yek hate xistin

HPG’ê daxuyand ku gerîlayên azadî di meha gulanê de 82 çalakî kirin û wiha hat gotin: “Di çalakiyan de 43 dagirker hatin cezakirin. SÎHA’yek hate xistin, gelek kel û pelên leşkerî hatin îmhakirin. Dagirkeran jî 286 caran bi çekên kîmyewî, 37 caran jî bi teqemeniyên qedexe êrîş kirin.”

Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya meha gulanê bi daxuyaniyekê bi raya giştî re parve kir. HPG’ê diyar kir ku gerîlayên azadiya Kurdistanê ji bo siberoja azad û jiyana bi rûmet e, weke hêza pêşeng a Şerê Gel ê Şoreşgerî ji bo berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi layiqî bi cih bîne, wê xwe ji berdêl dayînê nede paş.

Daxuyaniya Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de ev tişt hatin parvekirin:

“Dewleta tirk a mêtinger armanc dike ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên ku garantiya siberoja azad a gelê me ye, tasfiye bike û êrîşên xwe yên qirkirinê bigihîne encamê. Li dijî hemû êrîşan têkoşîna me bi ruhê fedayî yê Apoyî li ber xwe dide, hebûna gelê me diparêze û hêviya wê ya siberoja azad zindî dihêle, di meha Şehîdan Gulanê de berxwedana xwe didomîne û bersiva pêwîst dide xayîn û hevkaran. Hêzên me yên ku li dijî hemû êrîşan bedena xwe dikin mertal û şer dikin, her parçeyekî xaka Kurdistanê bi îradeyeke mezin diparêzin.

Artêşa tirk a mêtinger û sûcdarê şer a ku nikare li hemberî berxwedana dîrokî ya hêzên me ber bi pêş ve biçe, car din quralên şer ên navneteweyî binpê dike û li dijî tunelên me 286 caran bi çekên kîmyewî û 37 caran jî teqemeniyên qedexekirî bi kar aniye. Ji xeynî vê çeperên me yên şer ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê 245 caran bi balafirên şer, 43 caran bi helîkopterên êrîşê û bi hezaran caran jî bi hewan, obus, tank û çekên giran hatine bombebarankirin.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê xeta berxwedanê ya şehîdên me yên Meha Gulanê bi rengekî herî xurt derbasî pratîkê kir û ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta Bakurê Kurdistanê ji bo rizgarkirina her parçeyekî xaka Kurdistanê îradeyeke bê hempa raber kiriye û tevî şert û mercên herî zehmet bi rengekî bêteredut bi ser dagirkeran de çûye û çalakiyên bi bandor lidar xistine. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî hemû êrîşan rê nade dagirkerkerî û dagirkeran û bi ruhê berxwedan û serketinê ya Şehîdên me yên Meha Gulanê têkoşîna xwe bi rengekî bi bandor meşandiye. Hêzên me di nava vê mehê de; bi giştî 82 çalakî lidar xistin, derbe li dagirkeran xistin. Di encama van çalakiyan de 43 dagirker ceza kirine û 4 dagirker jî birîndar bûne.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê pêvajoya pêşxistina serweriya teknîkê û taktîkê, di meha Gulanê de jî pêşde bir û roja 27’ê gulanê li asîmanên Qendîlê SÎHA ya Aksûngûr a ayîdê artêşa tirk a dagirker xistiye xwarê. SÎHA’yên ku artêşa Tirk a dagirker û medyaya wê ya şerê taybet bi propagandeyeke mezin qalê dikin, li asîmanên Kurdistanê yek bi yek tên xistin. Artêşa tirk a dagirker û medyaya wê ya şerê taybet ev rastî ji nedîtî ve hatiye û bi ti rengî îtîraf nekiriye. Ji ber ku ev karakterê durû û derewker ê dewleta Tirk tê zanîn, ji aliyên cuda ve dîmenên SÎHA’yên ku hatine xistin, ji raya giştî re hatiye pêşkêşkirin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku navê israra ji bo siberoja azad û jiyana bi rûmet e, weke hêza pêşeng a Şerê Gel ê Şoreşgerî ji bo berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi layiqî bi cih bîne, wê xwe ji berdêl dayînê nede paş. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku mîrateya têkoşînê ya şehîdên me dewr girtiye û mezin bûye, wê teqez bigihije armanca xwe ya ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad’.

Bîlançoya şer a têkoşîna meha Gulanê, bi berfirehî wiha ye:

Êrîşên artêşa tirk a dagirker

Êrîşên bi balafirên şer; 245

Êrîşa bi helîkoptera êrîşê; 43

Êrîşa bi teqemeniyên qedexekirî; 37

Êrîşa bi dronên bombebarkirî; 61

Êrîşa bi çekên kîmyewî; 286

Çalakiyên gerîlayan

Bi giştî çalakiyên gerîla yên hatine lidarxistin; 82

Windahiyên dijmin

Hejmara dagirkerên hatine cezakirin; 43

Hejmara dagirkerên birîndar bûne; 4

Yên hatine îmhakirin

Aksûngûr SÎHA; 1

Sîstema Radarê; 1

Kameraya Mobesse; 10

Kepçe; 3

Dron; 1

Konteynir; 1

Kon; 6

Fotokapan; 7

Çeper; 2

Yên derb lê hatine xistin

Hekîkopter; 1

Kepçe; 2

Çeper; 5

Kameraya Mobesse; 1

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar