Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 20 Nisan 2025

HPG: Di meha mijdarê de 13 dagirker hatin cezakirin

HPG daxuyand ku gerîlayên azadiyê di meha mijdarê de 47 çalakî li daer xistine û û wiha got: “Di van çalakiyan de yek ji wan fermandarekî payebilind 13 dagirker hatin cezakirin. Gelek alavên dagirkeran hatin îmhakirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayên azadiyê yên di meha mijdarê li dar xistine de daxuyanî da. Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Gelê kurd û fedaiyên wê bi coş, kelecan û biryardariyeke mezin a têkoşînê dest bi sala 47’an a têkoşînê kirin. Bi hêza îdeolojî û ruhê fedaî yê Apoyî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li ser şopa şehîdên me dimeşin, bi îdîaya serketinê û baweriyeke mezin dest bi sala 47’an a têkoşînê kirin. Li ser vê bingehê li bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava meha mijdarê de têkoşîneke bênavber meşandin, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a qirker mêtinger li ber xwe dan.

Dewleta tirk a dagirker di nava meha Mijdarê de 6 caran bi droneyên bombebarkirî û 40 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî êrîş bir ser tunelên me yên şer ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di heman demê de qadên berxwedanê 270 caran bi balafirên şer û 140 caran jî bi helîkopterên êrîşê bombe kir. Hêzên me bi wêrekî û performanseke mezin li hemberî van êrîşan li ber xwe dan, di nava şert û mercên zivistanê de 47 çalakiyên cuda yên gerîla lidar xistin. Di van çalakiyan de yek jê fermandarekî payebilind, 12 jê leşkerên ji bo pereyan şer dikin bi giştî 13 dagirker hatin cezakirin. Her wiha kepçeyek, wesayiteke zirxî, sîstemeke radarê, kamerayeke mobesse, drone û gelek malzemeyên dagirkeran hatin îmhakirin.

Bîlançoya şer a meha mijdarê bi vî rengî ye:

Êrîşên dewleta tirk a dagirker;

Êrîşên bi balafirên şer: 270
Êrîşên bi helîkopteran: 140
Êrîşên bi droneyên bombebarkirî: 6
Êrîşên bi teqemeniyên qedexekirî: 40

Çalakiyên gerîlayan;

Çalakiyên giştî yên gerîla: 47

Kuştiyên dijmin;

Hejmara dagirkerên hatin cezakirin: 12
Hejmara payebilindên hatin cezakirin: 1
Hejmara dagirkerên birîndar bûn: 7

Yên hatine îmhakirin;

Kepçe: 2
Wesayita leşkerî ya zirxî: 1
Sîstema radarê: 1
Kameraya mobesse: 4
Drone: 6
Çeper: 1
60 kg teqemenî

Yên hatine derbkirin;

Helîkopterên êrîşê: 1
Kepçe: 2
Kameraya mobesse: 1
Projektor: 1
Çeper: 1”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar