Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

HPG: Em li benda daxuyaniya PDK’ê ne

HPG’ê diyar kir ku koma gerîla ya ku li Xelîfanê agahî ji wan nagire koma di bin fermandariya Serwer Serhat e û got ku carekî din bi raya giştî didin diyarkirin ku li benda daxuyaniya PDK’ê ne

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser agahînegirtina hevalên xwe daxuyanî da û wiha got: “Me berê ji bo gelê xwe û raya giştî ragihandibû ku 26’ê Tîrmehê têkiliya me ji komeke hevrêyên me yên li gundê Bêxme ya girêdayî navçeya Xelîfan a başûrê Kurdistanê qût bûye, anîbû ziman ku li ser bûyerê li benda daxuyaniya PDK’ê ne.

Koma ku têkiliya me jê qût bûye, koma hevrê Serwer Serhat a di Fermandariya Eyaleta Xakûrkê de cih digire. Li gel hevrê Serwer hevrê Dijwar Berxwedan, Wergeş Çirav û bi giştî komeke ji 3 hevrêyan bi meşê derketine ser rê. Hevrê Serwer yek ji fermandarê herî bi ezmûn ê di pêvajoya berxwedanê ya li bakurê Kurdistanê ye. Dema ji bo erka xwe ya fermandariya Eyaletê ya nû hatibû erkdarkirin ji bo biçe Behdînanê, li derdorî Bêxme ya girêdayî Xelîfan ji aliyê me ve hate piştrastkirin ku êrîşî wan hatiye kirin. Lê li ser encamê êrîşê tu agahî nehatiye zelalkirin.

Li ser aqûbeta van hevrêyan heta niha ji aliyê PDK’ê ve tu agahdariyek nehatiye kirin. Di vê mijarê de carekî din bi raya giştî re parve dikin ku li bendê ne ku PDK daxuyaniyek bide.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar