Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 20 Nisan 2025

HPG: Êrîşên bi çekên qedexekirî didome

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrîşên bi çekên qedexekirî didome û di 18 û 19'ê nîsanê de jî qadên berxwedanê 86 caran hatine bombekirin.

HPG’ê diyar kir ku êrîşên dewleta tirk a dagirker dewam dikin û ji bo îdiayên medya tirk ên ku dibêjin ‘6 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane’, diyar kir ku ‘derew’ e.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Artêşa tirk a dagirker 18’ê Nîsanê êrîşeke hewayî ya berfireh li Garê kir. Gelek qadên Garê û gundên li derdorê 28 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. Wezareta şerê taybet îdîa kir ku di van êrîşan de 6 windahiyên me hene. Lê belê di van êrîşên hewayî de tu windahiyên me nîne. Bila gelê me yê welatparêz û raya giştî guh nedin derewên şerê taybet ên rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst.”

HPG’ê têkildarî êrîşên artêşa tirk a dagirker ev agahî parve kir:

“Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî;

18’ê nîsanê çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê carekê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker;

18’ê nîsanê qada Girê Biharê, zeviyên gundên Kanîsarkê, Yekmalê, Gûzê, Şiyê, Zêvkê, Sêdarê yên Garê, quntara Sîserê, qadên Girê Egîd û Deşta Kafya 28 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

18 û 19’ê nîsanê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 4 caran bi helîkopterên êrîşê, 57 caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar