Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

HPG: Êrîşên dewleta tirk a dagirker dewam dikin

Êrîşên dewleta tirk a dagirker ên bejahî û hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

“Li herêma Avaşînê li qada berxwedanê ya Werxelê;

17’ê cotmehê saet di 20:30, 21:20 û 23:20’î de artêşa tirk a dagirker bi teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand.

12, 13 û 17’ê cotmehê li herêma Xakurkê, qadên Girê Şehîd Qehreman, Geliyê Şehîd Bêrîtan, Sinînê û Berbizinê bi balafirên şer hatin bombekirin.

13 û 16’ê cotmehê li herêma Avaşînê, qadên Dola Konferansê û Werxelê bi balafirên şer hatin bombekirin.

16’ê cotmehê saet di 08:30 û 08:50’î de li herêma Zapê qadên Zêvê û Werxelê bi balafirên şer hatin bombekirin.

16’ê cotmehê saet di navbera 20:00-21:30’î de li herêma Metînayê helîkopter li ser xeta Qaşûrayê geriyan. Heman rojê li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora gundên Êdinê, Dêşîşê û Serarû û qadên Kela Qumriyê û Koordîne bi helîkopterên êrîşê û ji qereqolên li ser sînor bi obusan hatin bombekirin. Ji ber bombardûmanê xisara madî li bax û baxçeyên xelkê me yê sivîl bû.

16 û 17’ê cotmehê danê êvarê li herêma Avaşînê li qadên Mervanos, Tabûra Ereban, Girê Silêman, Girê Sor û Girê Spî helîkopter geriyan.

17’ê cotmehê saet di navbera 14:30-15:00 de li herêma Qendîlê Girê Arasînê yê li qada Karoxê bi balafirên şer hat bombekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar