Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...
Cumartesi - 15 Şubat 2025

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

HPG: Herî kêm 13 dagirker hatin kuştin

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de gerîlayên HPG û YJA Starê çalakiyên xwe bênavber dewam dikin. Di çalakiyan de herî kêm 13 dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeran daxuyaniyek da.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahiyan parve kir:

“Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal; 8’ê hezîranê saet di 23:45’an de li herêma Metînayê ji hewayê li dagirkerên li ser Girê Azad xistin. Çalakî bi rengekî serkeftî pêk hat.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

7’ê hezîranê saet di 16:00 de li herêma Xakurkê, li dijî dagirkerên li ser Girê Lêlikanê çalakiyek hate lidarxistin. Dema ku dagirker li hev civiyan çalakî hate lidarxistin û herî kêm leşkerek hate cezakirin.

7’ê hezîranê li herêma Avaşînê, dagirkerên ji Geliyê Banistayê ber bi qada Werxelê ve diçûn hatin şopandin û 8’ê hezîranê saet di 07:00 de bi rêbaza sabotajê 3 caran li wan hate xistin. Hejmara dagirkerên hatin cezakirin û dagirkerên birîndar bûn nehate zelalkirin.

7’ê hezîranê saet di 15:00 de li herêma Avaşînê li dijî dagirkerên ku hewl dan bikevin tunelên şer ên li qada Werxelê çalakî hate lidarxistin. Bi derba xurt 2 dagirker hatin cezakirin. Li heman herêmê li qada Kîlîse jî li dagirkeran hate xistin  lê hejmara dagirkerên hatin cezakirin nehate tespîtkirin.

7’ê hezîranê li qada Werxelê bi çekên giran û ferdî li dagirkeran hate xistin.

7’ê hezîranê saet di 19:30’î de li qada Werxelê li dijî dagirkerên li Tengava Kîlîseyê bi rêbaza sabotajê çalakî hate kirin.

9’ê hezîranê saet di 03:30’î de li dijî dagirkerên ku hewl dan bikevin tunelên şer ên li qada Werxelê ya herêma Avaşînê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de ku bi çekên ferdî hate kirin 3 dagirker hatin cezakirin. Saet di 03:40’î de li dijî dagirkerên ku li ber çepereke şer li hev civiyan bi rêbaza sabotajê 2 caran çalakî hatin lidarxistin. Li vir jî dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Saet di 04:10’an de li dijî dagirkerên ku li ber çeperên şer li hev civiyan çalakî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de ku hêzên me xwe berdan nava dagirkeran, 6 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

9’ê hezîranê danê sibehê li dijî dagirkerên ku xwestin bikevin tunelên şer ên li qada Werxelê, bi çekên ferdî û nîv otomatîk çalakî hate lidarxistin. Şerê giran ê li vê qadê dewam dike.

Di êrîşên hewayî de tiştek bi hêzên me nehatiye

Artêşa tirk a dagirker bi helîkopter û balafiran êrîş bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşan wiha ne:

8’ê hezîranê saet di 11:00 de li herêma Garê, nehiya Şikeftiyan a ser bi Çemankê ya navçeya Duhokê bi balafirên şer 2 caran hate bombekirin.

8’ê hezîranê saet di navbera 00:00-00:20’î de qada Şekif a herêma Xakurkê bi helîkopterên êrîş hate bombekirin.

8’ê hezîranê saet di 18:30’î de li herêma Avaşînê qada Werxelê bi balafiran hate bombekirin.

8’ê hezîranê saet di navbera 22:40-00:00 de li herêma Avaşînê qadên Werxelê, Dola Maran, Dola Konferansê, Mamreşo û Mervanosê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

8’ê hezîranê saet di navbera 23:00-00:00 de li herêma Zapê qada Cîlo yê Biçûk bi balafirên şer hate bombekirin.

Ji ber van bombardûmanan tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar