Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

HPG: Li Agiriyê 25 leşkerên artêşa tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Serkeftina Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê hatibû destpêkirin, li dijî artêşa tirk çalakî pêk anîn.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Hêzên me di 21’ê adarê saet di 09:45’an de li ser rêya qereqola Kozîlî ya navçeya Bazîd a Agiriyê, li wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî reşandin ku li dewriyeyê digeriya. Ji ber ku derbên giran lê ket, wesayît teqiya û bi temamî îmha bû. Li dijî yekîneyên dijmin ên ji bo destwerdanê hatin cihê bûyerê 2 çalakiyên sabotajê hatin kirin. Di encama van çalakiyan de 24 leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Yekîneya me ya ku çalakî kir bi rengekî serkeftî li baregehên xwe vegeriya.

Di 17’ê adarê de jî li dijî leşkerên li girê ewlekariyê yê qereqola Vedat Ozkaya ya li navçeya Bazîdê çalakiyek hate kirin. Di çalakiya sûîqestê de leşkerek hate kuştin.

Her wiha balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êrîşên hewayî birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di vê çarçoveyê de; di 20’ê adarê saet di 17:30’an de balafirên şer girên Suleyman û Kartal ên Avaşînê, qada Goşîne ya herêma Xakurkê û derdora Çemê Zê yê herêma Zapê bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê tiştek bi hêzên me nehat.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar