Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 10 Haziran 2025

HPG: Li Avaşînê 2 dagirker hatin kuştin

Hêzên gerîla li Avaşînê çalakî li dar xistin. Di encamê de 2 leşkerên tirk ên dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyanî da û ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê,

8’ê tebaxê saet di 07:10’an de li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Axîn ê Xakurkê, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de ku derb li hedefên hatin diyarkirin hat xistin, hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê,

Dagirkerên li quntara Girê Sor ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin. 8’ê Tebaxê saet di 14:30’î de dema ku dagirker ketin nava liv û tevgerê, ji nêz ve lê hat xistin. Piştî vê derbê dagirker li qadê belav bûn û cara duyemîn derb lê hat xistin. Di van çalakiyan de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran piştî çalakiyê kuştiyên xwe ji herêmê birin û bi qedemeyekê xwe vekişandin.

8’ê tebaxê saet di navbera 12:00-18:00 de li herêma Avaşînê li dijî tunelên şer ên li qada Werxelê 5 caran gazên kîmyewî hatin bikaranîn. Heman rojê saet di 01:00 de tunelên şer bi teqemeniyan hatin bombekirin. Drone li ser herêmê hîn jî digerin.

8’ê tebaxê saet di navbera 10:00-10:30’î de li herêma Zapê qadên Karker û Sîdayê bi balafirên şer hatin bombekirin.

8’ê tebaxê saet di navbera 21:00-00:00 de helîkopter li qada Qaşûra ya herêma Metînayê geriyan.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar