Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 3 Ağustos 2025

HPG: Li Avaşînê 3 dagirker hatin kuştin

Li Avaşînê gerîlayên HPG/YJA Starê li dagirkeran da, 3 leşkerên tirk hatin kuştin, kamerayeke mobesse û dûrbîneke teleskopê hate îmhakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrîşên dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li Avaşînê;

Di 20’ê hezîranê de saet di 09.30’an de li Qada Kîlîse ya Avaşînê dema dagirker hatine ba hev, li wan hate xistin. Li vir 3 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû. Di heman demê de kamerayeke mobesse û dûrbîneke teleskop jî hate îmhakirin.

Di 20’ê hezîranê de saet di 16.30’an de li berpalên Çarçella ya Avaşînê bi çekên giran li 3 kepçe û wesayîteke hate xistin. Kepçe û wesayîtê dixwest ji bo dagirkeriyê rêya leşkerî çêbike. Derbeke xurt li kepçeyekê hate xistin û xebata çêkirina rêyan hate sekinandin.

Li Avaşîn û Metînayê helîkopter geriyane û ev qad hatine bomberdûmankirin.

Di 19 û 20’ê hezîranê de tunelên şer ên li qada Werxelê ya Avaşînê bi teqemenî û helîkopterên êrîşê hatine bomberdûmankirin.

Di 20’ê hezîranê de saet di navbera 21.30 û 00.00’an de li ser xeta Qaşûra ya Metînayê helîkopter geriyane.

Di 20’ê hezîranê de saet di navbera 21.00 û 23.00’an de dagirkeran hêzên xwe yên li qadên Mervanos û Banista ya Avaşînê bi helîkopteran guherandine.

Di 21’ê hezîranê de saet di 03.00 û 03.30’an de balafirên şer 4 caran qada Girê Sor a Avaşînê bomberdûman kirine.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar