Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

HPG: Li Bazîdê 3 leşkerên tirk hatin kuştin

HPG’ê ragihand ku di çalakiya gerîlayan a 27’ê adarê de ya li navçeya Bazîda Agiriyê ya li dijî qereqola Vedat Ozkaya 3 leşkerên tirk hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên 27 û 28’ê adarê daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê ragihand ku di çalakiya 27’ê adarê de ya li navçeya Bazîd a Agiriyê 3 leşkerên tirk hatine kuştin.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hat ragihandin: “Hêzên me bi wesîleya Hefteya Lehengiyê di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Serfiraziyê de, ya ku li Eyaleta Serhedê didome di roja 27’ê adarê saet di 15.00’an de li dijî 2 girên qereqola Vedat Ozkaya ya navçeya Bazîda Agiriyê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de bi serketî li leşkerên li gir hate xistin, 3 leşker hatin kuştin 2 leşker jî birîndar bûn û çekek A4 hate rûxandin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi obus, hawan û helîkopteran bi rêk û pêk bombe li herêmê barand, bi helîkopterên Skorksy kuştî û birîndarên xwe rakir.”

HPG’ê di daxuyaniyê de ev tişt jî parve kir: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de di roja 28’ê adarê, saet 16.30’î de li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li girê Xeregol yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bicih bûbûn, çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de çeper û baregehên dijmin bûn hedef, hejmara kuştî û birîndaran nehate tespît kirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi rêk û pêk bi topên hawan û obusê bombe li herêmê barandin.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar