HPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku hêzên wan li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa tirk çalakî pêk aniye û herî kêm 8 leşker hatine kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG’ê ragihand ku hêzên wan li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa tirk çalakiyek pêk anîne û ev agahî parve kir: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de çalakiyên xwe yên li dijî artêşa tirk a dagirker didomînin. Hêzên me li dijî hewladana dijmin a dagirkirina herêma Xakûrkê, li navçeya Çelê ya Colemêrgê li 3 cihên cuda çalakiyên bi bandor pêk anîne. Di vê çarçoveyê de;
Roja 8’ê hezîranê artêşa tirk a dagirker, bi piştgiriya yekîneyên xwe yên veşartî yên li herêma Kanî Orê li bejahiyê kemîn daniye. Hêzên me ev yekîneya dijmin a kemîn danî xistiye bin kontrola xwe xwe û heman rojê danê nîvro çalakiyek pêk aniye. Hêzên me ji du aliyan ve ji nêz ve bi awayekî bi bandor li dijmin dane. Di vê çalakiyê de 5 leşkerên dijmin hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê dijmin, bi obus û hewanan herêm bê serûber bomberdûman kiriye.
Heman rojê saet 12.30’î hêzên me, çalakiyek li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Şehîd Colemêrg bi cih bûyî pêk anîne. Di vê çalakiya ku hêzên me derbên giran li dijmin dane 3 leşkerên di çeperan de hatine kuştin. Dîsa artêşa tirk a dagirker piştî çalakiyê herêm bi obus û hewanan bomberdûman kiriye, lewre li herêmê şewat derketiye.
Di 9’ê hezîranê de hêzên me danê nîvro saet 11.30’î li leşkerên dijmin ên li ser Girê şehît Bager bi cih bûyî çalakiyek pêk anîne. Çeperên dijmin ên li ser gir bi derbên giran hatine lêdan lê belê nehatiye zelalkirin ka çend kuştî û birîndarên dijmin hene.
Her wiha roja 10’ê hezîranê danê sibê balafirên artêşa tirk a dagirker herêma Xinêrê ya bi ser Xakûrkê ya girêdayî Herêmên Parasitnê yên Medyayê bomberdûman kirine. Di vê bomberdûmana hatî kirin de tu ziyana hêzên me çênebûye.” BEHDÎNAN