Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

HPG: Li Heftanînê 10 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayên a li dijî artêşa tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li Heftanînê 10 dagirker hatine kuştin.

HPG’ê li ser çalakiyên gerîla ev agahî parve kir: “Çalakiyên hêzên me yên li dijî tevgera dagirkeriyê ya li Herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me yên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê wiha ye;

8’ê tîrmehê saet 15:00’an hêzên me li Girê Şehîd Cûdî yê devera Şeşdara li dijî dagirkeran çalakiyeke sekvaniyê pêk anî. Di vê çalakiyê de leşkerek ê dijmin hatiye cezakirin.

9’ê tîrmehê saet 14:15’an de hêzên me leşkerên li Girê Şehîd Cûdî yê devera  Şeşdara kirin hedef û çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku xurtî li çeperên dijmin hatin dayîn, 2 çeper bi temamî hatin rûxandin 8 leşker hatin cezakirin, 2 leşker jî birîndar bûn. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên me Goran, Viyan û Xabûr ên 3’yê tîrmehê li Xantûrayê şehîd bûbûn, pêk hatiye.

Heman rojê saet 17:00’an hêzên me li dijî hêzên dagirker ên li devera Girê Tunelê ya girêdayî Şeşdarê çalakiyeke ya sekvaniyê kirin. Di vê çalakiyê de jî leşkerek hatiye cezakirin.

Heman demê artêşa TC’ê 9’ê tîrmehê di saetên şevêd de gundê Pirbûla bi obus û hewanan bombe kir. Di vê bomberdûmanê de ziyan gihiştiye bax û baxçeyên gundiyên deverê.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 9’ê tîrmehê saet 16:30’î li dijî leşkerên TC’ê yên li Girê Şehîd Bager ê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bicih bûbûn, çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de bi xurtî li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, li ser hejmara leşkerên hatine cezakirin û birîndarbûn agahiyên zelal nehatin girtin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar