Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 1 Kasım 2025

HPG: Li Metînayê 5 dagirker hatin kuştin

Çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê yên li dijî artêşa tirk a dagirker didomin. HPG’ê ragihand ku li Metînayê 5 dagirker hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan û êrîşên dewleta tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG’ê ya der barê mijarê de wiha ye:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

Hêzên me yên YJA Starê 27’ê hezîranê saet di 05:45’an de li Geliyê Girê Azad bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hat cezakirin.

27’ê hezîranê saet di 15:50’î de li dijî dagirkerên li zeviyên gundê Êzidiyan bi sûîqestê çalakî hat kirin û dagirkerek hat cezakirin.

27’ê hezîranê saet di 19:00 de li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Çiya bi sûîqestê çalakî hat kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hat cezakirin. Saet di 19:30’î de radarek li ser vî girî hat îmhakirin. Saet di 20:30’î de dagirkeran bi helîkopteran bombe li qadê barandin. Saet di 22:00 de jî dagirkerê hat cezakirin bi helîkopterê ji herêmê hat birin û hêzên xwe yên li vê qadê guhertin.

27’ê hezîranê saet di 22:00 de li dijî dagirkerên li ser Girê Koordîneyê çalakiyeke gerîla ya koordîneyî hat lidarxistin. Kozikeke çeka A4 tevî dagirkerên tê de bû hedefa çalakiya ji du aliyan ve. Li vê derê 2 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

27’ê hezîranê saet di navbera 20:30 û 23:30’î de helîkopter li ser qadên Girê Silêman, Tabûra Ereban û Girê Sor geriya. Saet di navbera 23:20 û 01:00 de helîkopteran bombe li qadên Werxelê û Kîlîseyê barandin.

Sibeha 27’ê hezîranê dagirkeran bi bombeyên gazê êrîşî çeperên şer ên li qada Girê Sor kirin. Hêzên me dest ji dagirkeran werdan.

Dewleta tirk a dagirker bi balafir û obusan êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û helîkopter li herêmê geriyan.

Agahiyên berfireh ên têkildarî liv û tevgera dijmin wiha ye:

27’ê hezîranê saet di 08:00 de Girê Berbizina yê li qada Goşînê ya herêma Xakurkê hate bombekirin.

27’ê hezîranê saet di 19:20’î de balafirên şer bombe li qada Karker a li herêma Zapê barandin.

27’ê hezîranê saet di 20:00 de balafirên şer bombe li qada Werxelê ya herêma Avaşînê barandin.

27’ê hezîranê saet di navbera 22:00-23:30’î de qada Tîpa T a herêma Zapê bi helîkopterên êrîşê hat bombekirin.

28’ê hezîranê saet di navbera 06:00-06:30’î de zeviyên gundên Kêste, Hirorê û Birîfka yên herêma Metînayê bi obusên ji qereqolên li ser sînor hatin avêtin, hat bombekirin.

Di van êrîşan de tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar