Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

HPG: Li Werxelê 2 dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li qada Werxelê ya Avaşînê li dagirkeran xistin. Di çalakiyê de 2 leşkerên tirk hatin kuştin. Dagirkerên ku derb xwarin neçar man xwe bi qedemeyekê vekişînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de HPG’ê ev agahiyan parve ki:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê;

11’ê tîrmehê saet di 11:00 de li qada Xantûrê hêzên me li kozikên dagirkeran ên li ser Girê Şehîd Berxwedan xistin. Di vê çalakiyê de ku bi rengekî serketî pêk hat, hejmara dagirkerên hatin cezakirin û yên birîndar bû nehate tespîtkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

10’ê tîrmehê artêşa tirk a dagirker xwest li derdora tunelên şer teqemeniyan û kamera bi cih bike. Di encama destwerdana hêzên me de teqemenî hatin bêbandorkirin û kamerayek jî hat desteserkirin.

11’ê tîrmehê saet di 08:00 de li qada Werxelê dagirkerên ku xwestin ber bi tunelên şer ve bên ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin. Piştre jî bi çekên ferdî ji nêz ve lê hat xistin. Li vê derê 2 dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên ku derb xwarin neçar man bi qedemeyekê xwe vekişînin.

11’ê tîrmehê saet di 09:30’î de artêşa tirk a dagirker bi teqemeniyan êrîş birin ser tunelên şer ên li Girê Sor û gaza kîmyewî bi kar anî.

11’ê tîrmehê saet di navbera 21:00-23:30’î de helîkopter li ser qadên Mamreşo, Tabûra Ereban, Banista û Mervanosê geriyan.

11’ê tîrmehê saet di navbera 22:00-00:00 de helîkopter li ser qada Derarê ya herêma Metînayê geriyan. Di heman demê de derdora gundên Derarê, Hirorê, Êdinê, Deşîşê, Seraru û Kela Qûmriyê hatin bombekirin.

11’ê tîrmehê saet di 16:55’an de qada Deşta Kafya ya herêma Garê bi balafirên şer hat bombekirin.

11’ê tîrmehê saet di 09:40’î de qada Kurojehro û 12’ê tîrmehê saet di 05:45’an de qada Kunîşka yên herêma Zapê bi balafirên şer hatin bombekirin.

Ji ber vê êrîşê tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar