Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

HPG: Li Werxelê berxwedana gerîla didome

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku di encama berxwedana hêzên gerîla de dagirker nikarin li qada Werxelê bi pêş ve biçin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser bombardûmana dewleta tirk agahiyên dawî parve kir.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Li herêma Avaşînê li qada berxwedanê ya Werxelê;

13’ê îlonê danê êvarê, artêşa tirk a dagirker piştî ku bi çekên giran bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand, xwestin bi pêş ve biçin. Bi destwerdana berxwedêrên Werxelê re şer qewimî. Di encama berxwedana mezin a hêzên me de dagirker nekarîn bi pêş ve biçin.

13’ê îlonê li herêma Metînayê helîkopter li ser xeta Qaşûrayê geriyan. Li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê, derdora gundên Êdinê, Dêşîşê, Kêste, Hirorê û Serarû, her wiha qadên Kêla Qûmriyê, Koordîneyê bi helîkopterên êrîşê û qereqolên li ser sînor hatin bombekirin.

Di encama bombardûmana giran a artêşa dewleta tirk a dagirker de xisareke mezin a madî li bax û baxçeyên xelkê me yê başûrê Kurdistanê bû.

13’ê îlonê saet di navbera 15:27-19:10’an de li nehiya Dînartê ya navçeya Akrê gundê Şiyê û qada Deştan Kafya bi balafirên şer hatin bombekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar