Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

Pazar - 23 Şubat 2025

HPG: Mîrateyeke berxwedanê li pey xwe hiştin

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got, "Heta nefesa xwe ya dawî ji bo paşeroja azad a gelê me têkoşiyan û mîrateyeke berxwedanê li pey xwe hiştin ku nayê jibîrkirin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên li ser nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûn eşkere kir. Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Partiya me PKK ku bi pêşengiya Rêber Apo dest bi têkoşînê kir û îradeya azad a gelê me temsîl dike, gelê me yê li ber ber qirkirin û tunekirinê bû bi rengekî bi heybet li sika dîrokê vegerand û kir hêviya azadiyê ya hemû bindestan. Ev meşa li ser xeta serketinê bêguman bi keda bêdawî ya şehîdên me yên nemir hate afirandin. Hevrêyên me ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger di nava şert û mercên herî giran de li ber xwe dan, bedena xwe kirin çeper û xaka Kurdistanê ya pîroz heta dilopa dawî ya xwîna xwe parastin, xurtbûna îradeya Apoyî di her serdemê de nîşanî cîhanê dan. Hevrêyên me Fîraz, Arnos û Dildar ên di Çileya 2023’an de şehîd bûn heta nefesa xwe ya dawî ji bo paşeroja azad a gelê me têkoşiyan û mîrateyeke berxwedanê li pey xwe hiştin ku nayê jibîrkirin. Ewladên leheng ên artêşa fedaiyan hevrêyên me Fîraz, Arnos û Dildar wê her tim di têkoşîna azadiyê de bêne bîranîn û rêya me ronî bikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Fîraz Zîlan
Nav paşnav: Nêçîrvan Seven
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Şukriye-Hamît
Dem û cihê şehadetê: 10’ê Çileya 2023 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Arnos Nûda
Nav paşnav: Arjen Dînçer
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Dayik-Bav: Sureyya-Salîh
Dem û cihê şehadetê: 10’ê Çileya 2023 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Dildar Wan
Nav paşnav: Şehabettîn Dûrsûn
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Neherî-Selahattîn
Dem û cihê şehadetê: 20’ê Çileya 2023 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar