Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şehadeta 3 gerîlayan daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye: “Em hevrêyên xwe Cîhan, Sarya û Ozgur ên ku di 25’ê Mijdara 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrîşa dijmin de şehîd bûn, bi rêz û minetdarî bi bîr tînin. Em ê her tim bîranînên binirx ên hevrêyên xwe Cîhan, Sarya û Ozgur ku bi têkoşîn û berdêlên ku dane, di bilezkirin û teqezkirina têkneçûyîna têkoşîna me de diyarker bûn, her tim hîs bikin û bikin ala têkoşîna xwe.
Hevrêyên me Cîhan, Sarya û Ozgur ên ku wekî her jin û ciwanek Kurd xeteriya qirkirinê ya li dijî gelê me bi hemû hucreyên xwe hîs kirin, di tevahiya jiyana xwe yên şoreşgerî de pêwîstiya hilbijartinên xwe bi layiqî bi cih anîn. Hevrêyên me ku dizanîbûn milîtaniya Apoyî ji nû ve afirandina xwe ye, pêşiya her tiştî di kesayeta xwe de şoreşê kirin û bûn milîtanên jidil, dirust, xwedî wijdan û kedkar ên Modernîteya Demokratîk. Hevrêyên me Cîhan, Sarya û Ozgur ên ku bi van taybetmendiyên xwe yên şexsî û ezîma xwe ya têkoşînê li dijî hemû êrîşên dijmin bi fedaî şer kirin, cihê xwe di dîroka azadiya gelê me de girtin û bûn nemir.
Weke hevrêyên wan di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Cîhan, Sarya û Ozgur, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê xeta têkoşînê yê şehîdên xwe yên ezîz esas bigrin.
Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
![]() |
Nasnav: Cihan Hîvron Nav û paşnav: Lînda Xeyrî Hecî Cihê jidayikbûnê: Şengal Navê dayik û bav: Nesîme – Xeyrî Cih û dîroka şehadetê: 25’ê Mijdara 2019’an/ Herêmên Parastinê yên Medyayê |
![]() |
Nasnav: Sarya Lorîn Nav û paşnav: Pelda Dogri Cihê jidayikbûnê: Amed Navê dayik û bav: Edibe – Muhammed Ferit Cih û dîroka şehadetê: 25’ê Mijdara 2019’an/ Herêmên Parastinê yên Medyayê |
![]() |
Nasnav: Ozgur Serhildan Nav û paşnav: Refik Demir Cihê jidayikbûnê: Wan Navê dayik û bav: Nûbar – Mehmet Cih û dîroka şehadetê: 25’ê Mijdara 2019’an/ Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Cîhan Hîvron
Gelê me yê Êzidî ku cewher û civaka herî qedîm a gelê Kurd temsîl dike, ji ber ku baweriyên xwe û nirxên xwe yên Kurditiyê parastin, ji dîrokê heta roja me bi dehan caran bi komkujiiyan re hatin derbaskirin. Gelê me yê ku tevî ev qas komkujî û fermanan jî karîn ku hebûna xwe biparêzin, li gel hemû êrîşên qirkirinê yên hêzên dagirker jî bûna îfadeya Kurdîtiya berxwedêr. Gelê me yê Êzidî ku herî dawî di sala 2014’an de rastî êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê hatin, careke din rûbirûyê qirkirinê man, lê bi pêşegiya PKK’ê pişta xwe dan Çiyayê Şengalê û carke din ji tinebûnê rizgar bû û hem jî vê yekê kirin destpêka serdemekî nû. Gelê me yê Êzidî ku bi pêşengiya milîtanên Apoyî ku çûn alîkariya gelê me yê Êzidî, gav bi gav rêxistinbûna xwe ava kirin û dest bi berxwedanê kirin, ji bo tola bi hezaran kesên me yên ku hatin revandin bigrin çarenûsa xwe ya bi sedal salî berovajî kirin û gihiştin azadiya xwe. Bê guman, di berxwedana vê dîrokê de rola jinên Êzidî diyarker bû. Ji bo tola bi hezaran jinên Êzidî yên hatin revandin û di bazarên koletiyê de hatin revandin û qetilkirin, bi yekîneyên berxwedanê yên hatî avakirin û bi têkoşîna çalak re hem azadiya Şengalê misoger kirin û hem jî bi hezaran jinan ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin û li welatê xwe jiyana bi azad ava kirin. Jinên Êzidî ku bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo hişyar bûn, xwe li hemû qadên jiyanê birêxistin kirin û pêşengtiya afirandina jiyana exlaqî û polîtîk ya li Şengalê dikin. Bi sedan jinên Êzidî ji bo ku hîn bêhtir bi partiya me PKK’ê re ku îmkana jiyana azad da wan, berê xwe dane çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bûne û bûne milîtanên fedaî yên tevahî gelê Kurd. Yek ji van hevrêyên me jî hevrê Cîhan e ku li Şengalê di nava malbatekî welatparêz û dilsozê nirx û çandê Êziditiyê ji dayik bû. Ji ber vê yekê girêdayî cewhera xwe mezin bû. Hevrêya me Cîhan ku di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya sala 2014’an de di serdema ewil a ciwantiya xwe de bû û bûyerên li derdora xwe bi awayekî rast analîz dikir, şahidiya komkujî, revandin û koçberiya bi hezaran kesan kir. Ji ber ku rasterast di nava vê pêvajoyê de bû, êşên ku gelê me di vê serdemê de jiyan kir ji kûr ve hîs kir. Ji ber vê yekê hêrsekî wê ya mezin li hemberî çeteyan û hêzên ku bûn sedema gelê me bikeve vê rewşê, çêbû. Piştî ku bi sed hezaran mirovên me bi saya alîkarî û têkoşîna bi fedaî ya milîtanên Apoyî ji êrîşên çeteyan rizgar bûn, cara ewil Apoyî û partiya me PKK’ê bihîst. Piştî ku di demeke kin de fedkariyên van milîtanan ku xwe fedaî ewlehî û azadiya gelê me kirine, ji aliyê gelê me yê Şengalê ve hate bihîstin, hêviya gelê me ji nû ve şîn bû. Dema ku bi hezaran ciwanên Êzidî li dora van hevrêyên me bûn yek û yekîneyên xwe yên berxwedanê ava kirin, ev yek bala hevrêya me Cîhan kişand. Hevrêya me Cîhan ku ewil ji ber rola ku zîhniyeta serweriya mêr daye jinê tevlî yekîneyên berxwedanê nebû, piştre dema ku ev zîhniyet bi felsefeta azadiyê ya Rêber Apo re hate parçekirin, di sala 2016’an de tevî bav û xwişka xwe tevlî yekîneyên berxwedanê bû.
Hevrêya me Cîhan ku bi perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk ên wergirtî, roj bi roj xurttir bû, armanca wê ya ewil ew bû ku tola jinên Êzidî ji çeteyan hilîne ku êşên bêterîf li gelê me dan jiyîn. Ji ber vê yekê bi israr xwest tevlî şerê çalak bibe û erk û berpirsyarên ku dikeve ser xwe pêk bîne. Hevrêya me Cîhan ku ji ber vê her tim di nava têkoşînê de cih girt, ji bo paqijkirina Şengalê ji çeteyan ked da. Hevrêya me ku di vê pêvajoyê de di milê leşkerî de tecrubeyek girîng bi dest xist, ji helwest û fedakariya milîtanên Apoyî bandor bû ku bi wan re têkoşiya. Hevrêya me Cîhan ku ji ber ku gerîla di sala 2018’an de ji Şengalê vekişiya berê xwe da çiyayên Kurdistanê, bû milîtanek ku xwe fedaî azadiya gelê me kir.
Hevrêya me Cîhan ku di ferbûna çiyayên Kurdistanê de zehmetî nekişand, xwest xwe zû di hunera şerê gerîla de pêş bixe. Hevrêya me ku xwest bibe bersiva êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, di vê wateyê de kedekî bêhempa da. Hevrêya me ku di heman demê de bi fêmkirina îdeolojiya azadiya jinê xwest rêgezên wê pêk bîne, bi lêhûrbûnên xwe guhertinên girîng di kesayeta xwe de çêkir. Hevrêya me Cîhan ku di demeke kin de bandora azadiyê ya çiyayên Kurdistanê fêm kir û lêgerîna xwe ya jiyana azad berdewamî kir; bi tevlîbûna xwe ya fedakar, hevrêtiya xwe ya xurt û bi daxwaza fêrbûnê ya bêdawî bû milîtana mînak a PKK-PAJK’ê. Hevrêya me ku ji ber vê yekê di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt, xwe her tim pêş xist û xwest erkên xwe yên li dijî çavkaniya me ya jiyanê Rêber Apo bêyî kêmasî bi cih bîne. Hevrêya me di vê wateyê de bi dirustbûn û jidilbûna xwe derket pêş û her tim bi çûyîna qadên ku şer lê giran e, xwest bibe bersiva êrîşên dagirkeriyê.
Hevrêya me Cîhan ku 25’ê Mijdara 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşekî dijmin de tevî komek ya hevrêyên xwe şehîd bû, wekî jinekî Êzidî ya azad ku bi felsefeya Apoyî re hişyar bû, cihê xwe di dîroka azadiya gelê me de girt. Weke hevrêyên wê em careke din soz didin ku em ê di şexsê hevrêya xwe Cîhan de xeyalên hemû şehîdên xwe pêk bînin.
Sarya Lorîn
Hevrêya me Sarya li Amedê ku her tim kelha berxwedanê ya gelê me ye û vê misyona xwe tevî dayîna berdêlên giran bi layiqî diparêze, di nava malbatekî welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ku malbat û derdora hevrêya me Sarya xwedî dîrokekî welatparêz û girêdayî kevneşopî û çanda Kurd e, ew jî girêdayî cewhera xwe mezin bû. Hevrêya me ji ber ku li bajarekî wekî Amedê ku navenda berxwedanê ye mezin bû, hem rastiya dijmin û hem jî Tevgera Azadiya Kurdistanê ku li dijî dijmin bi awayekî fedaî li ber xwe dide, zû nas kir. Hevrêya me wekî her jin û ciwanên Kurd li dijî zext, êşkence û komkujiyên li ser gelê me bêdeng nema û ewilî tevlî xebatên şoreşgerî û ciwanên welatparêz bû. Hevrêya me Sarya ku kesekî pir hestiyar e, hevalên xwe li dijî polîtîkayên şerê taybet ku jin û ciwanên Kurd hedef digre, parast û wan zêdetir teşwîqî refên têkoşînê kir. Bi vî rengî bi xwe jî çalaktir tevlî xebatan bû û têkoşîna xwe mezin kir. Hevrêya me Sarya piştî ku hevrêyê me Şehîd Şahîn Oner ku bi hev re têkoşiya ne, di serhildanên dema Berxwedana Kobanê de ji aliyê dijmin ve hat qetilkirin, têkildarî jiyanê gihişt biryarekî girîng. Hevrêya me dema ku têkoşîna azadiya gelê me dimeşand, di heman demê de fêm kir ku xwendina di dibîstanên pergalê de nakok dibe û dibîstanê terikand. Bi vî rengî çalaktir tevlî xebatan bû û xwe bi temamî fedaî têkoşînê kir. Hevrêya me Sarya ji tevlîbûnên derdora xwe ya ji bo refên gerîla û helwesta milîtanên Apoyî ku di dema xebatan de ew nas kir, bandor bû. Hevrêya me ku ji ber vê yekê rûyê wê her tim li berê çiyayên Kurdistanê bû, di sala 2014’an de biryara tevlîbûna refên gerîla da û derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.
Hevrêya me bi perwerdeyên wergirtî di demeke kin de fêrî jiyana gerîla û jiyana çiya bû û bi tevlîbûna xwe ya coş û bêyî berjewendî ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak û rêzgirtina wan girt. Hevrêya me ku wekî gerîlayekî ji bo xwe ji şerên gengaz re amade bike, pir girîngî da perwerdehiyên leşkerî di gelek taktîkên gerîla de şareza bû. Hevrêya me Sarya ku disîplîna cewherî di kesayeta xwe de afirand û bi tarzê jiyanê ya birêkûpêk re bû gerîlayekî şareza ya YJA Starê, xwest di zûtirîn demê de derbasî qadên pratîkê bibe û tiştên ku fêrbûne pêk bîne. Hevrêya me ku wekî milîtanekî jin yê Apoyî hişmendiya zayendî di xwe de afirand, bi perwerdeyên îdeolojîk re statuya koletiyê ku pergala serweriya mêr li ser jinê ferz kiriye, bi eşkere dît. Li dijî vê kûrbûna di xeta azadiya jinê de ku palpişta bingehîn a paradîgmaya Modernîteya Demokratîk e, wekî armanca bingehîn pejirand. Hevrêya me ku di vê wateyê de her tim lêhûrbûn bû û bi jêmayiyên taybetmendiyên pergalê ên di kesayeta xwe de têkoşiya, di vê têkoşînê de bi ser ket û xwe gihand nasnameya jina azad. Hevrêya me Sarya îradebûna jinê di kesayeta xwe de temsîl kir ku di Partiya me PAJK’ê de şênber bûye. Hewldanên û lêgerînên xwe yên di vî milî de domdar kir û veguherand tarzekî ya jiyanê.
Hevrêya me Sarya ku li gelek deverên Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşiya û di nava xebatên ku ji bo Tevgera me stratejîk û girîng e de cih girt, berê xwe tim da qadên ku şer lê giran e. Hevrêya me ku xwest tevî hevrêyên xwe yên ku li dijî êrîşên dijmin berxwedanekî fedayiyane raber dikin, di heman mewziyê de şer bike, bi vê israra xwe re ji bo hevrêyên xwe bû hêz û moral. Hevrêya me ku ji ber karakterê xebatên ku ew tê de cih girt, pêşniyarên wê nehatin qebûlkirin, di xebatên xwe de xwest bibe bersiva kedên hevrêyên xwe. Hevrêya me ku dizanîbû hevrêtiya PKK’ê bingeha wate û hestê ye, her tim hizra hevrêyên xwe yên li mewziyê kir û hem ji wan hêzê girt û hem jî hêzê da wan. Hevrêya me Sarya ku êrîşên domdar ên dijmin şopand û şahidiya berxwedana dîrokî ya hevrêyên xwe kir, her çiqasî ne li qada şerê germ be jî karî ku encamên girîng ji şerê heyî derxe. Hevrêya me Sarya di ferqê de bû ku divê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê xwe ji nû ve vesaz bike û fikirî ku tenê dikare bi vî rengî bigihije serkeftinê. Hevrêya me di wê baweriyê de bû ku divê aliyên îdeolojîk û leşkerî yên ji nû ve avakirinê bi hev re bin û bi hev ve girêdayî bin, li ser vê bingehê tevlî perwerdeyê bû.
Hevrêya me Sarya vê pêvajoya perwerdehiyê hem bi aliyên kêm ên di qada xebatên pratîkî de derketî holê û hem jî wekî derfeta xwe gihandina gerîlatiya profesyonel girt dest. Hevrêya me bi saya lêhûrbûnên xwe yên di vê pêvajoyê de zehmetî xwe di gihandina armancên xwe de jiyan nekir. Bi tevlîbûna xwe ya kedkar û fedakar bû şervanekî mînak a YJA Starê. Bi kûrbûna di xeta azadiya jinê de armanc kir ku bibe şopdarên hevrê Şehîd Gulan- Filîz Yerlîkaya, Şehîd Serhildan- Sema Yuce û Şehîd Zîlan- Zeynep Kinaci. Hevrêya me dizanîbû ku ev jî tenê bi têkoşîna di xeta fedaîtiyê de pêkan dibe û bi helwesta xwe ya di vê wateyê de ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak.
Hevrêya me Sarya ku 25’ê Mijdarê di êrîşa dijmin de şehîd bû, têkoşîna xwe ya azadiyê ku bi îdia û baweriyekî mezin da destpêkirin di asta bilind de temam kir. Hevrêya me Sarya wê her tim di têkoşîna me de bijî û bîranîna wê bibe meşaleya ku pêşiya me ronî dike.
Ozgur Serhildan
Hevrêyê me Ozgur li navçeya Bêgirî ya Wanê ji dayik bû ku bi welatparêziya Serhedê tê nasîn û tevlîbûna ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê lê zêde ye. Hevrêyê me ku bi exlaq û hişmendiya Kurdîtiyê ya ji malbata xwe wergirtî mezin bû, di temenekî biçûk de têkoşîna Tevgera me mereq kir. Wekî her zarokek Kurd dilsozê gerîlayan bû ku di şerê li Kurdistanê de bêyî çavê xwe bineqînin ber bi şehadetê ve diçin. Hevrêyê me Ozgur demekî di dibîstanên pergalê de xwend. Hevrêyê me ku xwest bersiva nakokiyên di van dibîstanan de bibîne, lêgerîna xwe di vê mijarê de kûr kir. Bi vî rengî her roj zêdetir xwest gerîlayan ku temînata azadiyê ne fêm bike û nas bike. Her çiqas derfeta wî ji bo dîtina gerîlayan nebe jî, bi baldarî guhê xwe da her nûçe û suhbeta têkildarî gerîla. Hevrêyê me yê ku 8 salan di dibîstanên pergalê de xwend, dev ji xwendinê berda û xwest tevkariyê li dabara malbata xwe bike. Hevrêyê me yê ku çû metropolên Tirkiyeyê, baştir rûyê rast ê pergalê nas kir ku gelê me di aliyê aborî xwe neçarî xwe dike. Di gelek karan de xebitî û tevkariya malbata xwe kir. Hevrêyê me yê ku di vê pêvajoyê de tevlî xebatên ciwanên şoreşger bû, derfet dît ku Tevgera ma ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me yê ku hem tevkariyê li aboriya malbata xwe kir û hem jî di xebatên rêxistinî de cih girt, ji aliyê derdora xwe ve hat hezkirin. Li gorî ruhê seferberiyê yê partiya me PKK’ê ku li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Rojava û Şengalê da destpêkirin tevgeriya. Bi taybetî hêzekî mezin ji têkoşîna gerîlayan ku bi berxwedana xwe navê xwe li tevahî cîhanê da bihistîn û têkneçûyîna îradeya Apoyî îspat kir, girt û biryara tevlîbûnê da. Hevrêyê me Ozgur ku wekî her ciwanê Kurd ê birûmet xwest di pêvajoya şer de cih bigre, berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Hevrêyê me yê ku di sala 2014’an de li Bakurê Kurdistanê tevlî refên gerîla bû, ji bo perwerdeya şervanên nû derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me Ozgur ku di mijarên rêxistinî de tecrubeyên wî hebûn, ji têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla bandor bû. Hevrêyê me yê ku beşdarî perwerdehiyên şervanên nû bû, bi dersên ku wergirtî guhertin di kesayeta xwe de çêkir. Hevrêyê me yê ku bi taybet di dersên Partî û dîroka Kurdistanê de lêpirsînên kûr jiyan kir û pirsgirêkên gelê me baştir fêm kir, hêrsa xwe ya li dijî dagirkeran zêdetir kir. Di demekî kin de fêrî jiyana gerîla bû û perwedeya xwe bi awayekî serkeftî bi dawî kir. Hevrêyê me yê ku demekî kurt cihê xwe di xebatên pratîkî de girt, di gelek mijarên têkildarî jiyana gerîla de zana bû. Bi daxwaza fêrbûn û fedakariya xwe di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Hevrêyê me yê ku beşdarî pêngava paqijkirina çeteyên DAÎŞ’ê bû ku Tevgera me bi berdêlên mezin dabûn destpêkirin, bû yek ji şervanên ku ji bo rizgarkirina gelê me ji lepên qirkirinê kedeke mezin da. Li dijî çeteyên DAÎŞ’ê di gelek çalakiyên serkeftî de cih girt û erka xwe ya dîrokî bêyî dudilî bi cih anî. Hevrêyê me Ozgur ku tecrubeyên xwe yên li qada şer bi hevrêyên xwe re parve kir û wekî şervanekî wêrek erkên xwe bi layiqî bi cih anî, carekî din berê xwe da qadên pîroz ên gerîla.
Hevrêyê me yê ku derbasî qadên ku hesreta wî bû, li dijî konsepta şer a li dijî Tevgerê me hatî destpêkirin xwe ji bo erkên şoreşgerî amade kir. Hevrêyê me yê ku hesaba kêmahiyên di pêvajoya şer de kir, dewrêya perwerdeya îdeolojîk dît. Di pêvajoya perwerdeyê de xwe di her wateyê de zana kir û lêhûrbûnên kûr jiyan kir.
Hevrêyê me yê ku di ferqa bendewariyên serdemê de bû, di pêvajoya şer a zehmet de bi asta berpiryariyê di xebatan de cih girt. Hevrêyê me Ozgur bi pêşniyar û nêrînên ku pêş xist, bû bersiva pirsgirêkên heyî. Hevrêyê me yê ku piştî ku perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî tamam kir, derbasî qadên ku bikaribe pratîkê bike bû. Hevrêyê me yê ku di şert û mercên herî zehmet de jî ji rêgezên milîtaniya Apoyî tawîz neda, bi jiyana xwe re bi rêgez derket pêş. Di her xebatê de bû parêzvanê têkneçûyî ya rêgezên Apoyî. Hevrêyê me yê ku xwe di hemû pêvajoyên şoreşgerî yên heyî de berpirsyar dît, li gorî vê tevgeriya.
Hevrêyê me yê ku bi kesayeta xwe ya wêrek, rûken, moral û afirîner bû gerîlayekî mînak ê Apoyî, navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand. Em wekî hevrêyên wî diyar dikin ku em ê ala ku hevrêyê me Ozgur dewrî me kirî bi serkeftinê bilind bikin û hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.