Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Perşembe - 13 Şubat 2025

HPG: Sûcên şer ên dewleta tirk dewam dikin

Artêşa tirk a dagirker, li herêma Çemçoyê 13 caran bi çekên kîmyewî bombe li qadên berxwedanê yên gerîla barand

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê mijarê de daxuyaniyek da û wiha got: “Artêşa tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla 2’ê çileyê ji saet 13:00 heta bi nîvê şevê 13 caran bi çekên kîmyewî bombe kir, malzemeyên plastîk û lastîkên wesayitan şewitand û dûyê bi jehr ber bi çeperên berxwedanê yên gerîla ve şand. Di heman demê de 6 caran bi balafirên şer, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe li qadên gerîla barand.

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşan wiha ne:

Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

2’ê çileyê ji saet 13:00 heta bi nîvê şevê, li nehiya Şêladizê ya Amediyê 13 caran bi çekên kîmyewî bombe li çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî qada Çemçoyê hatin barandin. Di heman demê de malzemeyên plastîk û lastîkên wesayitan hatin şewitandin û dûyê bi jehr hewl dan bişînin nava çeperên berxwedanê.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker;

2’ê çileyê derdora gundê Kanîsarkê yê Garê û Qada Deşta Kafya 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

2’ê çileyê li nêzî navçeya Amediyê, Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî û çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar