Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd bûne daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:
“Dewleta tirk a qirker di çarçoveya êrîşên xwe de ku bi tasfiyekirina Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dixwaze hêviyên azadiyê yên gelê me bişikîne û siyaseta qirkirinê bi ser bixîne, sala 2021’ê di serî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek herêmên Kurdistanê pêvajoyeke giran a şer da destpêkirin. Di vê pêvajoya şer de Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji Avaşînê heta Zapê ji Metînayê heta gelek qadên bakurê Kurdistanê bi fedaîtî şer kirin û armancên pûç ên dijmin têk birin. Di vê pêvajoya giran a şer de hevrêyên me Eser, Şoreş, Raman, Dildar û Zana fedakariyeke mezin kirin, rê nedan dijmin û di encama êrîşên dijmin de di demên cuda de şehîd bûn.
Hevrêyên me Eser, Şoreş, Raman, Dildar û Zana ku ji çar aliyên Kurdistanê tev li nava refên gerîla bûn, cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê ya gelê me de girtin, bi jiyana xwe ya ji têkoşîn û sekneke xurt a fedaî bûn mînak ji ciwanên Kurdistanê hemûyan re. Di serî de malbatên hêja yên şehîdan bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:
![]() |
Nasnav: Eser Savaş Nav paşnav: Cahîde Şahîn Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn Dayik-Bav: Şîrîn-Huseyîn Dem û cihê şehadetê: 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
![]() |
Nasnav: Şoreş Germiyanî Nav paşnav: Mûhammed Kerîm Cihê jidayikbûnê: Germiyan Dayik-Bav: Zînet-Kerîm Dem û cihê şehadetê: 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
![]() |
Nasnav: Raman Zagros Nav paşnav: Fexreddîn Nîgmetî Cihê jidayikbûê: Sine Dayik-Bav: Hamîde-Nasir Dem û cihê şehadetê: 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
![]() |
Nasnav: Dildar Rojava Dayik-Bav: Seîd Îbrahîm Cihê jidayikbûnê: Reqa Dayik-Bav: BesêMihemed Dem û cihê şehadetê: 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
![]() |
Nasnav: Zana Amed Nav paşnav: Felat Seyfettîn Huseyîn Cihê jidayikbûnê: Hesekê Dayik-Bav: Cîhan-Seyfettîn Dem û cihê şehadetê: 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê |