Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

HPG’ê damezirandina PKK’ê bi çalakiyan silav kir

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi çalakiyên li Heftanîn û Çelê salvegera 43’emîn a damezirandina PKK’ê pîroz kirin

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi çalakiyên li Heftanîn û Çelê salvegera 44’emîn a damezirandina PKK’ê pîroz kirin û ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya Pêngava ‘Li hemberî qirkirina jinan dem dema parastina jin û civaka azad e’ ya KJK’ê de;

Di 25’ê mijdarê de saet di 09.30’an hêzên me yên YJA Starê bi taktîka sabotajê li de komek dagirkerên li dora Girê Kartal a qada Bektorya ya Heftanînê dan. Di çalakiyê de dagirkerek hat cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn. Helîkopterên êrîşê dema ku xwestin qada çalakiyê bomberdûman bikin jî ji ber mudaxeleya hêzên me neçar man ji qadê dûr bikevin.

Di Çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê;

Di 26’ê mijdarê de saet di 14.20’an de bi çekên giran li dagirkerên rêzeçiyayên Girê Koordîne yên qada Pîrbûlayê hatin xistin. Hêzên me bi îsabet li hedefan dan.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de;

Di 26’ê mijdarê de saet di 19.30’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên qada Girê Korodîna ya Çelêya Colemêrgê dan. Hêzên me bi îsabet li hedefan dan.

Ev çalakî ji bo silavkirina salvegera damezirandina partiya me PKK’ê hatiye lidarxistin.

Artêşa tirk a dagirker di 23’ê mijdarê de li xeta Qeşûra, li Girê Azad, Boxaza Girê, Kela Qumriyê, qadên Koordîne ya Metînayê, derdora gundên Êdinê, Dêşîşê, Serarû yên Kanî Masiya Amêdiyê operasyoneke dagirker dane destpêkirin. Vê operasyona dagirker di 25’ê mijdarê de bêyî ku encamekê bistîne, hat vekişandin.

Di 24-27’ê mijdarê de jî qadên Çemço û Rênçbiraxa ya Zapê bi obusên ji qereqolên li ser sînor hatine bomberdûmankirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar