Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

HPG’ê li Çelê li artêşa tirk xist

HPG’ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku hêzên wan li Çelê li dijî artêşa tirk çalakî pêk anîne. HPG’ê daxuyand ku hêzên artêşa tirk jî Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirine

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî yên dewleta tirk daxuyaniyek parve kir. HPG’ê da zanîn ku hêzên wan li Çelê ya Colemêrgê li dijî hêzên artêşa tirk çalakî pêk anîne.

Di daxuyaniyê de HPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Baran û Şehîd Ronyayê de, di 29’ê adarê saet 18:50’an de li dijî artêşa tirk a li Girê Xeregol a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakî pêk anîne. HPG’ê daxuyand ku di vê çalakiyê de çeper û kozikên artêşa tirk hatine hedefgirtin û ev agahî parve kirin: “Di encama çalakiyê de kuştî û birîndarên dijmin çêbûn lê hejmara wan nehat zelalkirin. Artêşa TC’ê piştî çalakiyê bi balafirên şer derdora gundê Bêxêr û Eêlê ketober bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de tu ziyan negihaşt hêzên me.”

HPG’ê diyar kir ku êrîşên hewayî yên balafirên şer ên artêşa tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û xaka başûrê Kurdistanê berdewam in û wiha bi dawî kir: “Di vê çarçoveyê de di 29’ê adarê saet derdora 13:00-17:00’an de deverên Lêlîkan, Ermûş û Dola Çil û Çar ên girêdayî herêma Sîdekan a başûrê Kurdistanê hate bombebarankirin. Di 30’ê adarê saet derdora 04:30’an û 05:30’an de jî balafirên şer ên dewleta tirk gundên Kalatûka, Silê, Bêpalan û Balayan Tepê Hîva ên girêdayî Qendîl a Herêmên Parastinê yên Medyayê û Girê Kartal ê Herêma Avaşîn bombebaran kir. Di van bombebaran de tu ziyan negihişt hêzên me.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar