Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

HPG’ê li dijî artêşa tirk çalakî pêk anî

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li herêma Sîdekanê li dijî artêşa tirk çalakî pêk anîne. HPG’ê destnîşan kir ku di heman demê de artêşa tirk herêma Zê bombebaran kiriye

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên hêzên wan ên di demên dawî de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de HPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan di 28’ê sibatê saet 09:00’an de li qada Elîdirêj a herêma Sîdekan a başûrê Kurdistanê li dijî artêşa tirk çalakî pêk anîne.

HPG’ê diyar kir ku di encama çalakiyê de derbên giran li çeper û stargehên artêşa tirk hatine xistin û wiha domand: “Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên di vê çalakiyê de nehatine tespîtkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi obus û hawanan bombe li derdorê barandin.”

Di berdewamê de jî HPG’ê ragihand ku di heman şevê de li Colemêrgê liv û tevgera hewayî hebû. HPG’ê daxuyand ku herêma Zê ji hêla artêşa tirk ve hatiye bombebarankirin û hûrgiliyên êrîşê wiha parve kirin: “Di 28’ê sibatê saet di navbera 21:00-21:30’î de li Girê Xeregol ê navçeya Çelê ya Colemêrgê helîkopterên Skorsky ên artêşa TC’ê geriyan. Her wiha helîkopterên êrîşê jî di heman demê de bombe li qada Şehîd Rustem a Zê barandin. Ji ber bombebaranê zerar negihîşt hêzên me.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar