Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

HPG’ê li Serhedê rêze çalakî pêk anî

Gerîlayên HPG/YJA-Starê li Serhedê rêzeçalakî li dar xistin. HPG’ê aşkera kir ku di çalakiyê de bi qasî hate tespît kirin 2 leşkerên tirk hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayên HPG/YJA-Star ên li Serhedê daxuyaniyeke nivîskî da. HPG’ê destnîşan kir ki di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Serketinê de gerîlayan rêzeçalakî li dar xistine.

HPG’ê ragihand ku li Eyaleta Serhedê hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Serketinê de li dijî artêşa tirk rêzeçalakî li dar xist û agahiyên derbarê çalakiyan de wiha parve kir: “Agahiyên berfireh ên têkildarî çalakiyan wiha ne; Roja 21’ê Adarê saet 07.00’an de hêzên me li nêzî Qereqola Serêkaniyê ya navçeya Bazîd a Agiriyê li dijî kontrayên ku li ser rê kar dikin çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de wesayîta transît, maşîneya kar û wesayîta tîpa kobra ya kontrayan hat derbkirin, hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin. Artêşa T.C ya dagirker piştî çalakiyê kuştî û birîndarên kontra bi wesayîtên zirxî û ambûlansan ji herêmê rakir û bi tank û helîkopterên kobra herêm bombe kir. Di roja 23’yê adarê saet 05.45’an de hêzên me li dijî konvoya artêşa tirk a dagirker a ku ji wesayîtên zirxî pêk dihat ku ber bi Girê Hirgobê ve diçû li ser rêya Îdîr û navçeya Bazîd a Agiriyê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de bi giranî li hemû wesayîtên di konvoyê de hate xistin, wesayîteke kirpî hate derbkirin û 2 leşkerên dijmin hat kuştin. Artêşa dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran herêm gulebaran kir.”BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar