Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Zapê şehîd bûn, aşkere kir

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Zapê şehîd bûn eşkere kir û got, "Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Zana, Berxwedan û Zagros bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şehadeta 3 gerîlayan a li Zapê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di daxuyaniya xwe ya 29’ê Hezîrana 2023’an de me ragihandibû ku artêşa tirk a dagirker 22’yê hezîranê ji Qadên Berxwedanê yên Kokerê û Şikefta Birîndara yên Zapê dest bi operasyoneke berfireh kiriye. Di vê operasyonê de 22’ê Hezîranê di bombardûmanê de hevrêyê me Zagros Serêkaniyê, 23’ê Hezîranê jî hevrêyên me Zana û Berxwedan ên ku derbên giran li dagirkeran xistin û herî kêm 2 dagirker ceza kirin, di encama bombardûmanê de şehîd bûn.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku herêma Zapê seranserê kirine qada berxwedanê û derbên giran li siyaseta qirkirinê ya dewleta tirk a mêtinger dixin, careke din nîşan dan ku bi dayina her cûre berdêlan bi israr in ku hebûna gelê me biparêzin û welatekî azad biafirînin. Hevrêyên me Zana û Berxwedan û milîtanê fedaî yê gelê Ereb hevrêyê me Zagros di vê pêvajoya berxwedanê ya dîrokî de bi fedakarî û kedeke bêhempa pêşengî kirin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nsanameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Zana Govend
Nav paşnav: Zafer Akgun
Cihê jidayikbûNê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Behiye-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 23’ê Hezîrana 2023 / Zap
Nasnav: Berxwedan Gabar
Nav paşnav: Salîh Dayan
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Mevlude-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 23’ê Hezîrana 2023 / Zap
Nasnav: Zagros Serêkaniyê
Nav paşnav: Cîhad Xalid Huseyîn
Cihê jidayikbûnê: Serêkaniyê
Dayik-Bav: Tayha-Xalid
Dem û cihê şehadetê: 22’ê Hezîrana 2023 / Zap
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar