Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

HPG’ê nasnameya 5 şehîdan aşkere kir

HPG'ê gerîlayên Xerzanê şehîdbûne bi bîr anî û got: "Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me û serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be ku dilê xwe ji bo azadiyê lê dide."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye.

“15’ê Îlona 2020’î li Qada Qelanisê ya Xerzanê di êrîş û şerê bi artêşa tirk a dagirker re fermandarê me yê pêşeng hevrê Demhat Cîlo û hevalên me yên hêja yên pê re bi fedaîtî şer kirin Erdelan Şaho, Mordem Norşîn, Warşîn Sekvan û Tolhildan Tekman heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe dan û şehîd bûn.

Hevrê Demhat ku mîlîtanê pêşeng ê serdemên pêngavî bû, 10 sal li bakurê Kurdistanê têkoşiya, şer kir û derbên giran li dewleta tirk a mêtinger xistin. Em soz didin em ê li ser rêya fermandarê xwe yê hêja bimeşin û bibin layiqê têkoşîna wî.

Ewladê Egîd ê xelkê me yê Kirmanşan û Yaresan, nûnera hişmendiya neteweyî ya Kurdistanê hevrêyê me Erdelan jî ji bo azadkirina gelê xwe tevlî meşa şoreşê bû û rengê xwe da, cih di nava mîlîtanên pêşeng ên dîroka me ya azadiyê de ku ji bîr nabin, girt.

Sê ewladên egîd ên bakurê Kurdistanê, hevrê Mordem, Warşîn û Tolhildan jî hişmendiya rabûna bi erk û berpirsyariya xwe nirxên nû tevlî têkoşîna me kirin.

Hevrêyên me Mordem, Warşîn û Tolhildan ku karîn bi wêrekiya xwe ya di qada şer de nûnertiya xeta PKK û PAJK’ê bikin mîrateyeke têkoşînê ya bibe mînak li pey xwe bihêlin, şehîd bûn.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Demhat, Erdelan, Mordem, Warşîn û Tolhildan, bila serê hemû gelê me yê Kurdistanê yê azadîxwaz û welatparêz sax be.

Nasnameyên hevrêyên me ku şehîd bûne, ev in:

Nasnav: Demhat Cîlo
Nav û Paşnav: Eyup Çelîk
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Dayik – Bav: Salîha – Mehmet
Cih û dîroka şehadetê: 15’ê Îlona 2020’an / Xerzan
Nasnav: Erdelan Şaho
Nav û Paşnav: Mensur Nasrî
Cihê ji dayikbûnê: Kirmanşan
Dayik – Bav: Ekrem – Ehmed Murad
Cih û dîroka şehadetê: 15’ê Îlona 2020’an /Xerzan
Nasnav: Mordem Norşîn
Nav û Paşnav: Zafer Koç
Cihê ji dayikbûnê: Mêrsîn
Dayik – Bav: Nûrten –Rahmetûllah
Cih û dîroka şehadetê 15’ê Îlona 2020’an / Xerzan
Nasnav: Warşîn Sekvan
Nav û Paşnav: Dilvîn Can
Cihê ji dayikbûnê: Êlih
Dayik – Bav: Kiymet – Bayram
Cih û dîroka şehadetê: 15’ê Îlona 2020’an / Xerza

Nasnav: Tolhildan Tekman
Nav û Paşnav: Yilmaz Ûzûn
Cihê ji dayikbûnê: Erzirom
Dayik – Bav: Sona – Îbrahîm
Cih û dîroka şehadetê: 15’ê Îlona 2020’an / Xerzan
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar