Şertê ewil azadiya fizîkî ye

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 23'yê Cotmeha 2024'an de çûbû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû. Abdullah Ocalan...

Rêyên şaş dernakevin rastiyê

Desthilata AKP'ê şareradiyên DEM Partiyê, yek bi yek dagir dike. Di nava 11 mehan de, AKP'ê bi rêya daraza xwe dest danî ser 12...

Cuma - 28 Şubat 2025

HPG’ê nasnameya şehîdekî Şengalî aşkera kir

HPG’ê nasnameya şehîdekî aşkera kir û got, “Ewladê leheng ê Şengalê hevrêyê me Delîl, mîrate û xeteke têkoşînê ya li ser esasê serketinê ji xelk û ciwanên Şengalê yên bi rûmet re hişt.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya têkildarî gerîlayê şehîd bûye wiha ye:

“12’ê Tebaxa 2022’an li qada Deşîşê ya herêma Metînayê, di êrîşên artêşa Tirk a dagirker de hevrêyê me Delîl şehîd bû. Hevrêyê me Delîl ku ewladekî hêja yê xelkê me yê Ereb bû, bi bandora paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi fedaîtî şer kirin û Şengal rizgar kirin, tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû. Bi baweriya ku îdeolojiya Apoyî wê gelan azad bike, kedeke bêdawî da û di demeke kurt de bû fermandarekî pêşeng. Bi sekna xwe ya xurt a li dijî dijmin, bi tevlîbûna xwe ya ji dil têkiliyeke xurt bi hevrêyên xwe re danî. Ewladê leheng ê Şengalê hevrêyê me Delîl mîrate û xeteke têkoşînê ya li ser esasê serketinê ji xelk û ciwanên Şengalê yên bi rûmet re hişt. Bila serê malbata hêja ya hevrêyê me Delîl sax be, bila ser xelkê Şengalê sax be ku bi Kurdên Êzidî û Erebên xwe bi xwişk û biratiyê bi hev re dijîn. Fermandarê me yê enternasyonal ê nemir hevrê Delîl wê ji bo xelkê Şengalê, ji bo hevrêyên xwe yên têkoşînê timî bibe mînak. Ala têkoşînê ya ku fermandar Delîl radestî me kir wê heta azadiya gelan û serketinê her tim bê bilindkirin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Delîl Botan bi vî rengî ye:

Nasnav: Delîl Botan
Nav paşnav: Xalid Naîf
Cihê jidayikbûnê: Şengal
Dayik-Bav: Tarfa-Naîf
Dem û cihê şehadetê: 12’ê Tebaxa 2022 / Metîna
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar