Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 12 Haziran 2025

HPG’ê têkildarî êrîşên dawî daxuyanî da

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa tirk li Çelê û Şaxê êrîşên dagirkeriyê pêk anîne. HPG’ê ragihand ku êrîşên artêşa tirk ên li Şaxê bêencam bi dawî bûne û artêşa tirk zext li ser şêniyên herêmê kiriye

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şer û pevçûnên dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de HPG’ê destnîşan kir ku artêşa tirk êrîşî Çelê û Şaxê kir û herêma Zê jî bombebaran kir.

Di daxuyaniyê de HPG’ê ragihand ku di 19’ê hezîranê saet di 23:50’an de, balafirên şer û helîkopterên dewleta tirk Girê Stûna yê dikeve sînorê Çelê ya Colemêrgê bi dijwarî bombebaran kir. HPG’ê destnîşan kir ku di 20’ê hezîranê saet derdora 01.00’an de jî helîkopteran li gel Girê Şehîd Karox, derdorê gundê Bêdehê jî bombebaran kir. HPG’ê daxuyand ku piştî bombebaranê, artêşa tirk bi helîkopterên Skorsky leşker danîne Girê Stûna. HPG’ê da zanîn ku tevgera balafirên keşfê yên bêmirov a li herêmê jî didome.

Êrîşên li Şaxê

HPG’ê di berdewamê de jî daxuyand ku di 25’ê nîsanê de artêşa tirk li gundên Aşkan, Koxan, Govendê, Arcu û Xozil ên girêdayî navçeya Şaxê ya Wanê dest bi êrîşeke dagirkeriyê kiriye. HPG’ê ragihand ku êrîşa artêşa tirk heta 27’ê nîsanê bêencam dom kir. HPG’ê diyar kir ku artêşa tirk zext li şêniyên gundên li herêmê kiriye û hin welatiyên ku girtin jî zext lê kirine.

Herêma Zê hat bombebarankirin

Daxuyaniya HPG’ê wiha bi dawî bû: “Di 1’ê gulanê de artêşa tirk dîsa li gundê Aşkan ê girêdayî navçeya Şaxê, êrîşeke dagirkeriyê pêk anî. Di çarçoveya êrîşê de, artêşa tirk baxçe, zevî, mal û amûrên gundiyan şewitandin û heman rojê bêyî ku encamekî bi dest bixe, ji qadê vekişiya. Di 19’ê hezîranê de jî balafirên artêşa tirk saet derdora 22:30-23:30’an de devera Kanîşka ya girêdayî Herêma Zê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir. Di êrîşê de tu ziyan negihişt hêzên me.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar