Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 10 Haziran 2025

HPG’ê têkildarî şer û pevçûnan daxuyanî da

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên artêşa tirk li geliyê Ermûşê yê herêma Xakurkê dest bi operasyonê kiriye. HPG’ê da zanîn ku di navbera hêzên wan û artêşa tirk li çend deveran şer derketiye

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û şer de daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

HPG’ê diyar kir ku hêzên artêşa tirk a dagirker di 25’ê mijdarê de li geliyê Ermûşê ya herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi operasyona dagirkeriyê kiriye û ev agahî dan: “Di vê operasyonê de di navbera hêzên me û dagirkeran de li hin deveran şer qewimî. Di êvara heman rojê de balafirên şer û helîkopterên qada operasyonê bombebaran kir. Der barê encamên şer û bombebaranê de dema agahî hatin zelalkirin em ê bi raya giştî re parve bikin.”

Bi domdarî jî HPG’ê ev tişt destnîşan kirin: “Di 26’ê mijdarê de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin. Di vê çarçoveyê de saet di 09:30’an de Qada Saca ya herêma Zê û saet di 12.30’an de jî Qada Çemço û Karker bombebaran kirin. Di navbera saet 16:30 û 18:00’an de jî balafirên şer bombe li geliyê Suredê yê Herêma Qendîlê barandin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar