Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

HRE: 14 leşker û çete hatin kuştin

Di çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê yên ji 19’ê adarê heta 7’ê nîsanê de 9 leşkerên artêşa tirk a dagirker  û 5 çeteyên wê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan |

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên xwe yên dawîn ên li dijî artêşa dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyeke nivîskî da.

HRE’yê daxuyand ku di çalakiyên wan ên ji 19’ê adarê heta 7’ê nîsanê de 9 leşkerên artêşa tirk dagirker û 5 çeteyên wê hatine kuştin, her wiha 10 leşkerên dagirker û 2 çete jî birîndar bûne.

HRE’yê di daxuyaniya de xwe ev agahî dan:

“Artêşa tirk a dagirker di pêvajoya Newrozê de, di serî de herêmên Şera û Şerawa, gelek herêm bi dijwarî topbaran kirin. Hêzên me li hember vê di çarçoveya bersivdayînê de gelek çalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;

Roja 19’ê adarê, li taxa Zeîdiyê ya bajarê Efrînê, di encama çalakiyeke sabotajê de, 2 çete hatin kuştin, çeteyek birîndar bû.

Roja 20’ê adarê, li bajarê Efrînê seyareyek çeteyan hat rûxandin.

Roja 24’ê adarê, li gundê Kizilbaş ê girêdayî Bilbilê, di encama çalakiyeke sabotajê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek birîndar bû. Her wiha seyareyek hat rûxandin.

Roja 28’ê adarê, li bajaroka Marê li hember baregeheke artêşa tirk a dagirker çalakiyek taybet hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî brîndar bûn. Her wiha 2 noqteyên leşkeran hatin rûxandin.

Heman rojê, li gundê Celemê yê girêdayî Cindiresê, di encama çalakiyekê de çeteyek hat kuştin.

Roja 7’ê nîsanê, li Mareyê li hember baregeheke din a artêşa tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de, leşkerek hat kuştin, 3 leşker jî brîndar bûn. Her wiha seyareyek kar hat rûxandin.

Topbaranên artêşa tirk a dagirker bi taybetî roja 7’ê nîsanê de pir dijwar bû û di encama vê topbaranê de zarok jî tê de, gelek welatiyên sivîl birîndar bûn. Li hember vê yekê, hêzên me roja 7’ê nîsanê çalakiyek taybet a bersivdayînê li dar xist. Ev çalakî li derdora gundê Gobelê yê Efrînê li hember yekîneyeke kemînê ya artêşa tirk a dagirker hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.

Di encama wan çalakiyan de bi giştî; 5 çete û 9 leşker hatin kuştin, 2 çete û 10 leşker jî birîndar bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar