Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

HRE: Artêşa tirk di 2 mehan de 76 caran êrîşî sivîlan kir

HRE’yê bi daxuyaniyekê bîlançoya mehên tebax û îlonê ya êrîşên artêşa tirk û çeteyên wê yên li ser Efrîn û Şehbayê parve kir. HRE’yê da zanîn ku dewleta tirk di van mehan de 76 caran êrîşî qadên sivîlan kir

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî encama êrîşên dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê yên di 2 mehên dawî de bi raya giştî re parve kir.

HRE’yê da zanîn ku hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê ji 20’ê çileya 2018’an ve qirkirina li ser gelê Efrîn û Şehbayê didomîne. HRE’yê diyar kir ku hemû cîhan li dijî vê hovîtiyê bêdeng e û hêzên dagirker van binpêkirinên xwe her ku diçe zêdetir dikin û jiyana bi hezaran welatiyan di xetereyê de ye. HRE’yê destnîşan kir ku dewleta tirk rojane zagonên şer binpê dike û qadên sivîlan ên li Efrîn û Şehbayê hedef digire. HRE’yê daxuyand ku di mehên tebax û îlonê de jî êrîşên artêşa tirk û çeteyên wê yên li dijî sivîlan dom kirin.

Li gorî daxuyaniya HRE’yê bîlanoçoya êrîşên 2 mehan wiha ne:

* Artêşa tirk û çeteyên wê gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarxa, Kela Şewarxayê, Minix, Elqemiyê û Eyn Deqnê yê Şera ya Efrînê, gundên Soxanekê, Aqîbê, Meyasê, Başemrê, Birc Qas, Bênê û Gundê Mezin ên Şêrawa ya Efrînê, gundên Herbil, Semûqa, Bêlûniyê, Şe’alê, Til Zîwan, Til Cîcan, Nêrebiyê, Til Medîq, Şêx îsa Şêx Hîlal û bajarokê Arfadê (Til Rifet) yên herêma Şehbayê topbaran kirin.

* Artêşa tirk 6 jê bi balafirên bêmirov, bi giştî 76 êrîş pêk anîn.

* Di van êrîşan de hezar û 868 guleyên obus, tank û hewanan û bi hezaran guleyên doçkayan hatin bikaranîn.

* Di encama van êrîşan de 9 sivîl birîndar bûn. Her wiha ziyanên mezin gihiştin mal û milkê welatiyan û bandor li ser debara welatiyan kir.”

Herî dawî jî HRE’yê soz da gel ku dê tu êrîşên artêşa tirk û çeteyên wê bêbersiv nehêlin û heta ku Efrînê rizgar dikin û gelê wê lê vedigerînin jî dê têbikoşin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar