Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

HRE: Herî kêm 40 leşker û çete hatin kuştin

HRE’yê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer û pevçûnên di navbera hêzên wan û hêzên dagirker ên artêşa tirk û çeteyên wê aşkera kir. HRE’yê da zanîn ku di encama şer de yek jê serpel û yek jî serdar herî kêm 40 leşker û çete hatine kuştin

Hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê duh bi alîkariya balafirên şer û çekên giran êrîşî xeta gundên Malîkiye û Merenaz ên Şera ya Efrînê kir. Li ser vê yekê di navbera şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) û komên dagirker de şerekî dijwar rû da. Têkildarî bîlançoya şer û pevçûnan, HRE’yê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de HRE’yê diyar kir ku di 4’ê gulanê de, artêşa tirk û çeteyên wê topbarana xwe ya li ser herêm û gundên tijî sivîl ên li navçeya Şera û Şêrawa yên Efrînê û heremên Şehbayê zêde kirin. HRE’yê daxuyand ku hêzên dagirker dibin siya topbaran û balafirên keşfê de û bi tevlêbûna bi hezaran leşker û çeteyan dest bi operasyoneke bejahî kir.

Ketin kêmîna şervanan

HRE’yê daxuyand ku hêzên wan jî destwerdana rewşê kir û ev agahî dan: “Di navbera hêzên me û hêzên dagirker de li seranserî xeta gundên Malikiyê û Merenazê şerên sing bi sing qewimîn. Şer zêdetirî 12 saetan dom kir. Di encamê de 3 hewldanên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê vala hatin derxistin û dagirkeran derbên giran xwarin. Artêşa tirk a dagirker ku derbên giran xwarin, gelek leşker û çekên giran şandin heremê. Komeke leşkeran ku ji baregehên xwe yên li gundê Meryemîn ê Şerayê derket, ket kemîna tîmeke taybet a hêzên me. Di encamê de 2 jê fermandarên tirk ku ji yek jê serpel û yek jî jê serdar, bi giştî 4 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn. Gelek wesayîtên wan jî hatin derbkirin.”

Herêmên sivîlan tên topbarankirin

Daxuyaniya HRE’yê wiha bi dawî bû: “Di encama şer û pevçûnan de bi giştî herî kêm 40 leşker û çete hatin kuştin û zêdetirî 30’an jî birîndar bûn. Êrîşa artêşa dagirker û çeteyên wê hate pûçkirin. Artêşa dagirker ji bo ku windahiyên xwe veşêre, topbarana xwe ya hovane ya li ser herêmên sivîlan didomîne. Seranserî rojê, zêdetirî 25 gundên Şera, Şêrawa û heremên Şehbayê hatin topbarankirin. Gelek ziyanên madî gihîştin mal û milkên sivîlan.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar