Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

HRE: Li Efrîn û Ezazê 6 çete û leşkerên tirk hatin kuştin

HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Ezaz û Efrînê li dijî hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî pêk anîn û di encamê de 6 çete hatin kuştin û 2 leşkerên tirk jî birîndar bûn

Çalakiyên şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) yên li dijî hêzên dagirker ên li Efrîn û herêmên derdora wê didomin. Di vê çarçoveyê de HRE’yê daxuyaniyek da û da zanîn ku li herêmên Efrîn û Ezazê di 17 û 18’ê çileyê de li dijî artêşa tirk a dagirker û komên wê yên çete çalakiyên xurt pêk anîne.

HRE’yê diyar kir ku hêzên wan di 17’ê çileyê de li Ezazê li baregeheke artêşa tirk a dagirker xist û di encamê de 2 leşker birîndar bûn. Di heman demê de HRE’yê destnîşan kir ku hêzên wan di şeva 17’ê çileyê û di sibeha 18’ê çileyê de li derdora gundê Beradê yê Şêrawa ya Efrînê 2 çalakiyên sabotajê pêk anîn û di encamê de 6 çeteyên Firqat Hemzet hatine kuştin.

Topbarankirina herêmê

Herî dawî jî HRE’yê ev agahî dan: “Her wiha di 17 û 18’ê çileyê de artêşa tirk a dagirker gelek gundên herêmên Efrîn û Şehbayê bi obusan bombebaran kirin. Li ser herêmê hîn jî tevgera balafirên keşfê berdewam dike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar