Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

HRE: Li Efrînê 10 leşker û çete hatin kuştin

HRE’yê da zanîn ku hêzên wan li Efrînê rêzeçalakî pêk anîn û di encama van çalakiyan de 10 leşker û çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên wan ên di 18’ê cotmehê de yên li Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê daxuyanî da.

HRE’yê da zanîn ku hêzên wan di çarçoveya rêzeçalakiyên tolhildanê de duh li navçeyên Şêrawa û Şera yên girêdayî Efrînê çalakî li dar xistin. HRE’yê daxuyand ku di roja18’ê cotmehê de li gundên Meryemîn, Enabkê û Malikiyê yên Şerayê hêzên wan li dijî 2 baragehên artêşa tirk a dagirker çalakiyên sabotajê pêk anîn. HRE’yê daxuyand ku di çalakiyan de leşkerek hate kuştin, 3 leşker birîndar bûn û 2 seyareyên leşkerî jî hatin derbkirin.

Bi berdewamî jî HRE’yê ev agahî dan: “Di heman rojê de li gundê Basûtê û Cebel Ehlam ê Şêrawayê hêzên me ji du baskan ve li dijî 2 bendên kontrolê yên çeteyên dewleta tirk çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de 9 çete hatin kuştin, hejmarek jê birîndar bûn û 3 seyareyên leşkerî jî hatin derbkirin. Piştî çalakiyan, hêzên dagirker gundên Şewarxa û Malikiyê yên Şerayê û gundên Soxanek, Bênê û Aqîbê bi dijwarî topbaran kirin û balafirên keşfê jî li ser van herêman digeriyan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar