Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

HRE: Li Efrînê 2 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn

HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li gundê Basûtê yê Şera ya Efrînê li dijî komên çeteyan çalakî pêk anî. HRE’yê diyar kir ku di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li gundekî ser bi navçeya Şera ya Efrînê li dijî hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî pêk anîn. HRE’yê da zanîn ku li herêma Efrînê çalakî û operasyonên hêzên wan ên serkeftî yên li dijî artêşa tirk a dagirker û komên wê yên çete bênavber didomin.

HRE’yê diyar kir ku li derdora gundê Basûtê yê Şerayê çalakiyeke sabotajê pêk anîn û ev agahî parve kirin: “Di 1’ê çileyê saet di 13:00’an de hêzên me li derdora gundê Basûtê yê navçeya Şera ya Efrînê li dijî çeper û stargehên koma çete ya bi navê Firqet El Hemzetê çalakiya sabotajê pêk anî. Di çalakiya encamgir de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.”

Herêm hat topbarankirin

Daxuyaniya HRE’yê wiha bi dawî bû: “Balafirên keşfê yên bêmirov ên artêşa tirk a dagirker li ser navçeya Şera ya Efrînê geriyan. Her wiha gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarixa û Kela Şewarixa yên navçeya Şerayê hate topbarankirin. Ji ber topbaranê ziyanên madî çêbûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar