Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

HRE: Li herêma Efrînê 7 leşkerên dagirker û 7 çete hatin cezakirin

Di encama çalakiyên bersivdayînê yên Hêzên Rizgariya Efrînê de ku li dijî artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên wê hatine lidarxistin, 7 leşkerên dagirker û yek jê serçete 7 çete hatin cezakirin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) derbarê çalakiyên xwe yên navbera 10 û 16’yê cotmehê de dijî êrîşên artêşa tirk a dagirker lidar xistine de, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya HRE`yê hat weşandin de ev agahî hatin parvekirin:

“Roja 10’ê cotmehê di encama çalakiya taybet a li herêma Marê hat lidarxistin de serçeteyek hat kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

-Di heman rojê de li ser rêya Cindirêsê, di encama çalakiyekê de 2 çete birîndar bûn.

-Roja 11’yê cotmehê, li herêma Marê, di encama çalakiyek sekvanî de çeteyek hat cezakirin.

-Roja 12’yê cotmehê, li herêmên Efrîn û Babê li hemberî çar baregehên artêşa tirk a dagirker çalakiyên taybet hatin lidarxistin. Di encama van çalakiyan de 5 leşkerên artêşa tirk a dagirker hatin cezakirin. Her wiha seyareyek doçka hat ruxandin.

-Di heman rojê de li herêma Babê li dijî çeteyên dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 5 çete hatin cezakirin. Seyareyek jî hat derbkirin.

-Roja 14’yê cotmehê, li gundê Kefercanê ya herêma Efrînê, li hember leşkerên artêşa tirk a dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatin cezakirin, leşkerek jî birîndar bû.

-Roja 16’ê cotmehê, li herêma Efrînê di encama çalakiyekê de seyareyek girêdayî çeteyên dagirker hat rûxandin.

-Di van çalakiyan de bi giştî 7 leşkerên artêşa tirk a dagirker û yek ji wan serçete 7 çete hatin cezakirin, leşkerek û 3 çete jî birîndar bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar