Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

HRE: Li Şehbayê 2 fermandarên artêşa tirk hatin kuştin

HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama çalakiyên hêzên wan ên li herêma Şehbayê de 2 fermandarên artêşa tirk û 3 çete hatine kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî der barê çalakiyên xwe yên duh de agahî dan. HRE’yê diyar kir ku hêzên wan rêzeçalakiyên sabotajê li dijî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê pêk anîne.

HRE’yê da zanîn ku hêzên wan di 10’ê cotmehê de rêzeçalakiyên bibandor li Efrîn û Şehbayê pêk anîn û wiha domand: “Di vê çarçoveyê de hêzên me di şeva 10’ê cotmehê de li gundê Meryemîn ê Şera ya Efrînê çalakiyeke sabotajê pêk anî û 2 çete hatin kuştin. Di heman rojê de hêzên me li gundê Jarez ê Ezazê li dijî berpirsên çeteyên Polîsên Leşkerî û qaşo endamên konseya ewlehiyê çalakiyeke sabotajê pêk anî ew çete kuşt.”

Çalakiyên bi bandor

Di berdewamê de jî HRE’yê diyar kir kuhêzên wan li gundê Til Medîq û Semûqa yên Şehbayê li dijî baregehên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê 2 çalakî pêk anîn û di çalakiyan de 2 fermandarên artêşa tirk hatin kuştin û obuseke artêşa tirk jî hate rûxandin. HRE’yê destnîşan kir ku di heman rojê de hêzên wan li gundê Til Malid ê Mareyê jî li dijî barageheke artêşa tirk û çeteyên wê çalakî pêk anî lê encama wê nehat zanîn.

Topbarana li dijî herêmê

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Piştî rêzêçalakiyên hêzên me, artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li gundên Başemrê, Kilûtê, Birc Qasê, Gundê Mezin, Soxanekê û Bênê yên Şêrewa û gundên Merenaz, Malikiyê û Şewarxa yên Şerayê, gundên Hirbil, Til Medîq û Semûqa yên Şehbayê û Bendava Şehbayê topbaran kir.” EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar