Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

HRE’yê li dagirkeran da: 7 çete hatin kuştin

HRE’yê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku hêzên wan di 5’ê nîsanê de li dijî komên çete yên li Efrîn û Mareyê çalakiyên hemwext pêk anîne. HRE’yê diyar kir ku di encama çalakiyên hêzên wan de 7 çete hatine kuştin û 6 çete jî birîndar bûne

Şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) çalakiyên xwe yên li dijî hêzên dagirker ên li Efrîn û herêmên dagirkirî didomînin. Di vê çarçoveyê de şervanên HRE’yê li Efrîn û Mareyê li dijî hêzên dagirker li Efrîn û Mareyê çalakî pêk anîn. Der barê mijarê de HRE’yê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HRE’yê de hat diyarkirin ku şervanên wan li Efrînê û derdorê wê çalakiyên xwe yên bi bandor ku li dijî leşker û çeteyên dewleta tirk a dagirker pêk tînin, didomînin. HRE’yê daxuyand ku di vê çarçoveyê de hêzên wan di roja 5’ê nîsanê de li dijî dagirkeran çalakiyên bi bandor ên hemwext pêk anîne.

Wesayît bi temamî hat rûxandin

HRE’yê diyar kir ku hêzên wan di 5’ê nîsanê de li ser rêya di navbera gundên Kîmarê û Beradê yên Şêrawa ya Efrînê de li dijî wesayîteke leşkerî ku terorîstên koma bi navê Abdulah Helawê ya girêdayî koma çete ya Firqet El Hemzatê tê de bûn, çalakiyek pêk anîne. HRE’yê encamên çalakiyê wiha parve kir: “Di vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin û 2 çete jî birîndar bûn. Her wiha wesayît bi temamî hat rûxandin. Piştî çalakiyê komeke çete dema dixwest kuştî û birîndarên xwe rakin bûn hedefa şervanên me. Li vir jî çeteyek hate kuştin, çeteyek jî birîndar bû.”

Çalakiya sûîqestê

HRE’yê diyar kir ku di heman rojê de hêzên wan li dijî baregeheke koma çete ya bi navê Firqet El Hemzat a li gundê Beradê ya Şêrawayê çalakî pêk anîne û di çalakiyê de 2 çete hatine kuştin û 3 çete jî birîndar bûne. Daxuyaniya HRE’yê wiha bi dawî bû: “Di heman rojê de şervanên me çeteyeke girêdayî dewleta tirk a dagirker li gundê Til Malid ê girêdayî Mareyê bi çalakiya sûîqestê hedef girt û kuşt. Di encama çalakiyên şervanên me de 7 çete hatin kuştin û 6 çete jî birîndar bûn. Her wiha wesayîteke leşkerî jî hate rûxandin.” EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar