Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

HRE’yê li dagirkeran xist: 5 leşker û çete hatin kuştin

HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Efrînê 3 çalakiyên bi bandor pêk anîne. HRE’yê destnîşan kir ku di çalakiyan de 5 leşker û çete hatin kuştin û gelek leşker û çete jî birîndar bûne

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê 3 çalakiyên xwe yên di 7 û 9’ê gulanê de li herêmên Ezaz û Şêrawayê li dijî hêzên dagirker ên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê pêk anîn, bi raya giştî re agahî parve kirin.

Di daxuyaniyê de HRE’yê ragihand ku hêzên wan di çarçoveya çalakiyên xwe yên leşkerî yên li dijî artêşa tirk û çeteyên wê de li herêma Efrînê û derdora wê de 3 çalakî pêk anîne. HRE’yê destnîşan kir ku di 7’ê gulanê de hêzên wan wesayîteke leşkerî ya koma çete ya Cebhe El Şamiyeyê li derdora gundê Kil Cibrîn ê Ezazê hedef girtiye. HRE’yê daxuyand ku di çalakiyê de wesayît hate rûxandin û 3 çete jî birîndar bûne.

HRE’yê di berdewamê de jî diyar kir ku hêzên wan di 9’ê gulanê de jî li dijî noqteyeke leşkerî ya leşkerên tirk a li gundê Kîmar ê Şêrawa ya Efrînê ku heremên sivîlan ên li gundên Soxanek û Aqîbê bi çekên giran topbaran dikirin, çalakî pêk anîne. HRE’yê da zanîn ku di çalakiyê de 2 leşkerên artêşa tirk hatin kuştin, 4 leşker birîndar bûne û wesayîtên leşkerî jî hatine derbkirin.

Daxuyaniya HRE’yê wiha bi dawî bû: “Di 9 gulanê de hêzên me alaveke çeteyan a kolandina xendekan ku karê avakirina dîwar li derdora gundê Kîmarê dikir, hedef girt. Di çalakiyê de alav hate rûxandin û 3 çeteyên girêdayî koma çete ya Firqet El Hemzat hatin kuştin.” EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar